Jinên Başur: Em soza berdewamkirina rêya jinên pêşeng didin

09:01

Şengar Bradost/JINHA

SILÊMANÎ - Jinên Başurê Kurdistanê di derbarê kumkujiyên ser Bakurê Kurdistanê û tayîbetî jî ser jinan berdewam dike de gotin: "Kiriyarên li Bakurê Kurdistanê tên meşandin hemu sinir derbaz kirine. Qetilkirina jinên Silopiyê wê dawî li deshilata AKP'ê bîne. Azadiya jinan bi serkeftina rêveberiyên cewherî pêkane. Tu car wê jin serî ji vê pergalê re netewînin."

Jinên Başurê Kurdistanê jî ji bo şermezarkirina qetilkriina sê jinên siyasetmandarên kurd Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar li Silopiya û êrîşên ser Bakurê Kurdistanê di çalakiyan de nin û dengê xwe bilind dikin. Xwendevana Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Silêmaniyê Mijde Husên, qetil kirina jinên Kurd û êrişên ser pergala rêveberiya cewherî li Bakurê Kurdistanê nirxandin. Mijde dazanîn ku qetilkirina jinên Silopiyê wê dawî li deshilatiya AKP'ê bîne û wiha domand: "Ev komkujî bi drêjahiya dîrokê li ser gelê Kurd û jinan hatine meşandin. Lê gelê kurd qet bivan cûreyên kiriyaran tune nebûye û tune jî nabe. Li Bakurê Kurdistanê siyaseta komkujî, qirkirin û ji holê rakirinê li ser gel tê meşandin."

Mijde dazanîn ku qetilkirina jinên Silopiyê wê dawî li deshilata AKP'ê bîne û wiha domand: "Kiriyarên li Bakurê Kurdistanê tên meşandin hemu sinir derbaz kirine. Qetilkirina jinên Silopiyê wê dawî li deshilata AKP'ê bîne. Çunkî kuştina jinên pêşegên civakê û welatiyên sivîl derbaz kirina sinirên dawiyê yên mirovahî û jiyanêne."

Mijde daxwiya kirin ku li ber çavê hemu cîhanê welatiyên sivîl li nav kolanan, li nav malên xwe da tên qetil kirin, bi bêdengiya û bê helwestiyê ewê nikarin hev temam bikin. Mijde destnîşan kir ku hatina arteşa tirk ya Başurê Kurdistanê, hevkarî û hevpeymanên deshilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk re nişana pejrandin û destek kirina komkujiya ser kurdan tê kirine. Mijde anî ziman ku ewleta tirk di xwaze ji jinan re bêje yan ji malê xwe dernekevin yan jî hunê bên qetilkirin û got: "Ev jî tiştek nîne kû bê pejrandin. Azadiya jinan bi serkeftina xwerêveberiyê pêkane. Tu car wê jin serî ji vê pergalê re netewînin."

'Jinên kurdî di şer û cengê de ji cîhanê re mînake'

Aktîvîsta rêxistinên jinan Taniya Kemanderês jî di derbarê komkujiya ser jinên kurd li Silopiya hatî kirin wiha axivî: "Em ji Komara Tirkiyê re dibêjin heya diktatorî û zilm bidawî nebe emê dest ji xebata xwe bernedin. Jina kurd bûye sembola berxwedana jinên cihanê. Îro jin di her qadê de tekoşîn di meşîne û li hember çeteyên DAIŞ'ê ku hevkarê hikumeta AKP'ê ye şer dike. Deshilatî taybet li hember tekoşîna jinan di sekine û jinên pêşeng dikin armanc. Ger dewleta tirk dest ji kiriyarên xwe yên dermirovane li Bakurê Kurdistanê berdewam dike bernede emê weke jinên Başurê Kurdistanê li hember wan helwesta xwe nîşan bidin."

'Em soza berdewamkirina rêya jinên pêşeng didin'

Beyan ferec jî wiha axivî: "Ji her demê zêdetir em nêzî azadî û serkeftinê bune. Ji bo ku azadî misoger bibe ji gelê Bakûrê Kurdistanê dixwazim ku li hemî bajêrên din yên Kurdistanê berxwedanê bilind bikin û rêveberiyên cewherî fireh bikin. Dijmin ji hêza jin û ciwanan di tirse ji bo wê jî wan dike aramnc. Çewa divê mehê de li paytexta Fransa Parîsê ku ji bo kurdan cihê kiriyarên nediyar û terorêye sê jinên pêşeng hatin qetil kirin, bi heman awayî li Bakurê Kurdistanê jî 3 jinên şoreşger hatin qetil kirin. Em wan êrişan bi tundî şermezar dikin. Em soz didin wan şehîdan ku rêbaza wan ya pîroz bidominîn."

(zt)