Jinên Wanê: Sad jin jî bê qetilkirin em ê li ber xwe bidin

09:02

JINHA

WAN- Jinên Wanê bertek nîşanê komkujiya 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr , Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku Silopiya ji aliyê tîmên taybet ve hatin ketîlkirin. Jinan got ku sad jin jî bê qetilkirin em ê li ber xwe bidin.

Bi rojane ku li navçeya Cizir û Sîlopiya ya Şirnexê di dorpêça hêza dawletê de ye û polîs li ser terorê didin meşandin. Di 4'ê çileyê de li navçeya Sîlopiyê 3'ê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr , Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku Silopiyê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Jinên Wanê jî bertek nîşanê êrîş û komkujiyê dan û diyar kirin ku armanca dewletê ew e ku bi kuştinan têkoşina jinê têk bibe û gotin, lê heya ku jin hebin dê berxwedana azadiyê berdewam bike.

Jina bi navê Makbule Guç (62) komkujiya hêza dewletê ya li ser gelê kurd bi tund şermezar kir û got ku ji ber komkujiyan ew gelek xemgînin. Makbule got ku ew tu carî qetîlkirina jinê qebul nakin û wiha axivî: "Jinên me bi hişmendî tên qetilkirin û dewleta tirk bê sedam bi qetlîaman êrîşê jinê dike. Gelo dewlet çi ji me jinan dixwaze. Girtî û binpêkirina mafan ne bes bû niha ji raste rast qetîl dike."

'Dem dema berxwedan û serkeftinê ye'

Makbule di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku ne tenê sê jin sed jin bên qetîl kirin dev ji têkoşîn û berxwedana xwe ber nadin û wiha pê de çû: " Dewleta tirk ji jinên kurd pir ditîrs û bila bitirse jî, li ber ku jin bi hêrse û bi dîlêr e. Dema ku jin têbikoşe wê demê bila dewlet bibine ku berxwedan û serkeftin tiştek çawa ye. Divê berxwedanê de ez gelek bi hêvî me ku em ê bi ser bikevin. Ev dema ku em tê de dijin ne ya berê ye. Dem dema berxwedan û serkeftinê ye. Em êrîş û qetlîamên li ser jinê bi tund şermezar dikin û em hêvî dikin ku dê gelê kurd bi ser bikeve."

'Me ew roja reş ne dixwast'

Jina bi navê Şehrîstan Canter jî qetlîamên dewleta tirk şermezar dikir û anî ziman ku êrîşa li ser her sê jinan li ser hemû vîna jina kurd e û wiha got: "Em gelek acizin ku bi hovane êrîşê jinan dikin û jinan qetîldikin. Her agahiya qetîlkirina jinek ji bo me roja reş e û dilê me disoje. Ev jinên ku hatin qetîlkirin ji bo azadiya jinê gelek xebat kirine û li hemberî zilmê li ber xwe dane û îro bi zilma hişmendiya mêr hatin kuştin. Ev tu carî neyê qebûl kirin û helbet dê rojek jin hesabê bi pirsin."

'Sê kulîlkên me hatin qetilkirin'

Jina bi navê Hatîce Abî jî destnîşan kir ku li ser axa Kurdistanê sê kulîlk hatin qetilkirin û got ji ber van êrîşan ew dewletê bi tundî şermezar dike. Hatîce 3'mîn salvegera qetlîama 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê sê jinên kurd ên bi navê Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr xist û got ku hişmendiya qetlîama Parîs û Sîlopiya yek e.

(hk-db/ho/rc)