Sara Aktaş: Sêvê, Pakize û Fatma bûn sembola parastina cewherî

09:46

Bêrîtan Elyakut-Nurcan Yalçın/JINHA

AMED - Girêdayî qetikirina sê jinên siyasetmendarên kurd li Silopiya Endama Koordinasyona KJA yê Sara Aktaş wiha axivî: "Em weke KJA berxwedana her 3 hevalên xwe weke sembola parastinên cewherî binavdikin. Emê li her derên rêxistina me heye qirkirinan şermezar bikin û emê şînê nekin. Emê li berxwedana hevalên xwe xwedî derkevin û wiha bigihin serketinê."

Bertekên li hember qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd di 4'ê Çile de li Silopiya her diçe mezin dibe. Çend roj mayî ji salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd li Parisê, li Silopiya jî qirkirinek wiha pêkanîn, 3 jinên siyasetmendarên kurd qetilkirin. Hevalên wanê yên xebatê diyar kirin ku piştî 3 sal ser qirkirina Parisê re derbasbûyî bi heman şêweyî li Silopiya qetilkirina Endama Desteya Rêveberiya KJA yê û Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyar tesaduf nîne. Endama Koordinasyona KJA yê Sara Aktaş da zanîn ku bersiva wan li hember înfaza 3 hevalên wanê yên siyasetmendar berxwedan gihandina serketinêye.

'Her 3 jin bûn sembola berxwedana rêveberiyên cewherî'

Sara destnîşan kir ku alaya 3 jinên di 9'ê Çileya sala 2013'an de li Parisê hatin qetilkirin sê jinên siyasetmendarên kurd li Silopiya dewir girtibûn, niha jî jinên di qadên berxwedanê de alaya wan dewir girtiye û wiha domand: "Hevalên me temenê xwe dane azadiya jinan û di vê rêyê de gelek bedel dane. Sêvê bi salan di girtîgehê de jî dest ji pêşengiyê berneda, di gireva birçîbûnê ya sala 2012'an de bê di koma despêkê de cîh girt û bê teredut bi moralek bilind heya dawiyê berdewam kir. Fatma bi heman şêweyî di girtîgehê de li hemberî hemû awayê îskencê berxwedan mezin dikirin. Piştî girtîgehê jî bê navber van hevalên me di nava tekoşînê de cîh girtin. Em weke KJA berxwedana her 3 hevalên xwe weke sembola parastinên cewherî binavdikin. Emê li her derên rêxistina me heye qirkirinan şermezar bikin û emê şînê nekin. Emê li berxwedana hevalên xwe xwedî derkevin û wiha bigihin serketinê."

'Li hember jiyanê biriyarbûnek a Sêvê hebû'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî bilêv kir ku her 3 jinên siyasetmendarên kurd temenê xwe dabon tokişîna azadiyê û wiha berdewam kir: "Sêvê parêzvanê ziman bû. Beriya her tiştî Sêvê jinek pêşengbû. Li gel Sêvê 5 salan di heman girtîgehê de mam. 68 rojan di gireva birçîbûnê de ma û ew seknaxwe ya bihêz carekdinê nîşanî me da. Li hemberî jiyanê Sêvê xwediyê seknek bibiriyarbû. Her çiqasî ew bi hovane êrîşî me bikin, alaya ku me ji jinan dewir girtiye emê bigihînin serketin. Ger rojekê dîrok binivîse dê tenê tekoşîna jinan binivîse. Li ser vî bingehî di kesayeta Sara, Rojbin û Ronahî de ez hemû jinên bêmirin bûne bibîrtînim. Em soza di rêya wan de meşinê didin."

'Xwestin vîna jinan teslîmbigirin lê bi serneketin'

Endama KJA yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku hikumeta AKP'ê û hişmendiyaDAİŞ'ê hemane û wiha dom kir: "Hişmendiya mêran xwestin li Rojhilata Navîn xwestin di serî de tekoşîna jina kurd, dengê jinên ereb, suryanî, asurî, keldanî, ermenî û çerkez di her qadê de bigirin. Di navê de jinên pêşeng û xwediyê seknên bihêz hedef digirin. Em ji dîrokê vê hişmendiyê pir nas dikin. Koletiya hişmendiya mêran 5 hezar sal niha DAIŞ û AKP dimeşîne. Dema ku em van hemûyan bidin berçavan, emê baş sedema komkujiya Silopiya bizanin. Dem û awayê qetilkirina van jinan ne tesadufe. Ji jinên tekoşînê re heman peyam dan û xwestin tekoşîna jinan asteng bikin. Alaya Sakine Cansiz Sêvê dewir girt. Dewlet dixwaze dengê jinan qutbike û wan bitirsîne. Em bêdeng nabin û emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Alaya berxwedanê ji sêyan bû şeş û berpirsiyariya me jinan hîn zêdetir bû. Emê bi şêweyek layêqî wan alaya wan dewir bigirin û berdewam bikin. Em tekoşînê bi serketinê tacîdar bikin."

(zt)