Li Colemêrgê ji bo Sakine, Fidan û Leyla şeva bîranînê

09:48

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê 3 siyasetmenderên kurd hatin bibir anin. Di biraninê de jinan diyar kir ku ewê bi berxwedana Sakineyan ala tekoşinê bilin bikin.

Li Colemêrgê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo biranina Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Navenda Çand û Hunera Feqiyê Teyran şeva bîranînê amadekirin. Biranin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişti rêzgirtinê Hevseroka Navenda HDP'a Colemêrgê Emine Armut axivi. Emine bal kişand li ser tekoşina 3 siyasetmenderên kurd û wiha got; "3 kulilkên azadiyê sê şoreşger di sala 2013'an de li parisê hatin qetil kirin. Niha jin bi berxwedana 3 şoreşgeran liberxwe didin. Berxwedana Sakine Fidan û Leylayan dê jinan bigihijin azadiyê, tekoşina wan ji bo me hemu jinan bo ye miras. Em 3 jinên şoreşger bi rêzdari bibirtinin."

Pişti Emine berdevka KJA yê Hanim Aydin jî diyar kir ku heya jin li ser ruyê jiyanê hebin ewê tekoşina Sakineyan dayî sepêkirin berdewam bikin.

Piştî axiftinan biranin bi sinevizyon û stranan dawi bu.

(zyd/zt)