Emîne 13 salin kevokên ber Saetê Kuleyê xwedî dike

09:55

Ozgu Ozutok / JINHA

ÎZMÎR - Emîne Çelîk 13 salin kevokên Kuleyê Saetê xwedî dike û wiha debarê xwe dike, em çîroka Emîne guhdar bikin.

Wek her jinek Emîne Çelîk (70) jî xwedî serpêhatiya têkoşîna jiyanê ye. Emîne ligel temenê xwe yê mezin li Qada Konak ber Saeta Kuleyê genim ji bo kevokan difroşe, bi germehiya dilê xwe çîroka jiyana xwe ji mera vegot. Em li her qadê jiyanê ked û hewldana jinan yê xebatê dibînin. Jinên ku li qadên bajêr ji bo debara jiyana xwe dikevin nava hewldanê jî aliyek a têkoşînê ye.

'Niha dibêje bila mafê te helal be'

Emîne yê ku li navçeya Mehserta Mêrdînê tê dinê, di 20 saliyê xwede bi pismamê xwe re dizewice û li Îskenderunê bi cih dibe. Emîne xwedî 6 zarokan e. Emîne wiha qala jiyana xwe dike, "Hevjînê min barkêşî dikir. Bê xwedî mezinbibû û gelek hêrsokbû. Ji min re digotin tunê wî biguherî û min bi wî re dan zewcandin. Ji ber pirsgirêkên ku me dijî, min digot em hev berdin. Lê cardin ez ji biryarê xwe daketim. Eger me hev terk kiriba, wê ji aliyê derdor ve baş nehatibama pêşwazî kirin, ji ber mirovê minbû. Niha dibêje bila mafê te helal be, min jî wî affukiriye."

'Çîroka koçberiyê ji Îskenderûn heya Îzmîrê'

Ji Îskenderûn berê xwe dide Mêrsînê û li wir 4-5 salan dijî, piştre ji ber keçên Emîne li Îzmîrê bi cih dibin ew jî koçî Îzmîrê dike. Emîne wiha qala hatina xwe yê Îzmîrê dike, "Min li Îskenderûnê 35 sal li bazarê xebitîm. Her kes ji min hezdikir. Ez û hevjîna xwe me tezgehên cûda ji xwere li bazarê vekiribû. Gelek car dema ku perê wî qediyaba min alîkarî dida wî. Lê ew dema ku amûrên di destê xwede difrot pereyê wê nedida. Ji ber vê her kes zêdetir ji min hezdikirin. Zarokên min li Îzmîrê hem dixwandin hem jî karê xwe dikirin. Niha jî deyna kiriyê malê didin. Ez didim lê tu car ji ti kesî tiştek nastînim. Malê min nîne li ba zarokên xwe dimînim. Ez li vir 13 salin genimê kevokan difroşim. Havînê avê jî difroşim. Em carnan bi zabitayan re pirsgirêk dijîn, lê belê em neçarin debarê jiyana xwe bikin."

Emîne bi van peyvan dawî li gotina xwe anî, "Ez bimrim jî tiştek ne xema min de ye, lê bila ciwan nemirin baş jiyan bikin bese."

(rc)