Li Cizîrê li hember dorpêçê berxwedana gel berdewam dike
09:55
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîra ku dorpêç û êrîş di roja 27'an dene berxwedana gel berdewam dike. Li hember dorpêç û êrîşan gelê Cizîrê bi diruşman "Emê ticarî kolanên xwe neterikînin" di berxwedanê denin û li gel her tiştî jî jiyanê bi hev re avadikin.
Li Cizîra ku dorpêç û êrîş di roja 27'an dene berxwedana gel berdewam dike. Gelê Cizîrê li gel hemû êrîş, qirkirin, şewat û hilweşandina malan jî kolanên xwe naterikînin û di berxwedanê denin. Hîna êrîşên tang û topan berdewam dike, tevahiya şevê êrîşan berdewam kir. Li Taxa Nur a dibin êrîşên giran dene cenazê Tayfun yaşli û Şivan Mungan hîna welatiyan li gora derfetên xwe di malekê de bicîh kirine. Welatî alîkariyê didin hev û ji bo alîkariya welatiyên malên wan xirabûyî li hev kom dibin. Ji ber xwarin, vexwarin, her tişt pir kêm û bi sînorin ji bo wê pir bi baldarî dixebitînin. Welatiyên kal, pîr, nexweş û astengdar neçarin di qatên bin, bodroman cihên xunavgirtî û ratubatê de dimînin. Her wiha pêdiviyên zarokan ji ber dorpêçê nayên dabînkirin û nexweş dikevin. Li gel van hemûyan jî gelê Cizîrê dibêjin; "Emê taxên xwe neterikînin."
(ma/zt)