'Bi xişkandinê min karî cenazê bavê xwe rakim nexweşxwanê'
10:03
JINHA
ŞIRNEX - Kurê Osman Tekîn ê ku li Cizîrê di êrîşên tîmên taybet de hate qetilkirin, Huseyîn Tekîn da zanîn ku ji ber ranekirine nexweşxanê bavê wî jiyana xwe ji dest daye. Huseyîn got ku ji bo cenaze xira nebe bavê xwe derxistiye ji derve û ji bo heywan laşê wî nexwin heya serê sibehê li ber serê bavê xwe nobetê girtiye.
Li Cizîra Botan ku hikumeta AKP'ê hemû pêkanînên tevkujiyê bi destê hêzên dewletê dixe meriyetê, şeva 7'ê Kanûnê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (54) li ber derê mala xwe rastî êrîşa polîsan hatibû û ji zikê xwe birîndar bibû. Ji ber gulebarana polîsan Osman Tekîn ê ranekirin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest dabû. Kurê Osman, Huseyîn Tekîn da zanîn ku tîmên taybet bavê wî gulebaran kirine û qetil kirine û ji ber êrîşan cenazê wî bi erdê re kaş kiriye û gihandiye ambulansê. Huseyîn got ku ji ber êrîşan piştî du rojan bavê xwe rakirine nexweşxanê û şeva ku bavê wî hate gulebaran kirin, ji bo heywan zirarê nedin bavê wî heya serê sibê li ber serê wî nobetê girtiye.
'Heya serê sibê ez li ber serê bavê xwe bûm'
Huseyîn, êrîşa polîsan û tiştên ku jiyane wiha vegot: "Pevçûn zêde bû. Bavê min jî ji bo av vexwe derkete hewşê. Li wir gule lê ket. Ji zikê xwe birîndar bibû. Gulebaran kirin û qetil kirin. Min ew rakir malê lê ji ber ku ez fikirîm dê cenazê wî xira bibe min car din derxist ji derve. Min doşekek avêt ser textekî û min bavê xwe li ser dirêj kir. Min got bila di sermayê de bimîne. Ji bo heywan cenazê wî nexwin jî ez heya serê sibehê li ber serê wî mam."
'Min bavê xwe girt ser pişta xwe'
Huseyîn da zanîn ku pişt re wî bavê xwe girtiye ser pişta xwe û heya serê kolanê biriye û gihandiye ambulansê û wiha berdewam kir: "Min ji hesinê sedye çêkir, min bavê xwe danî ser û bi erdê re kaş kir. Heya kolanê min bir. Ji wir me ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê."
Huseyîn got ku bavê wî 25 sal berê di qezayê de hişê xwe xwariye lê tenduristiya wî ya fîzîkî baş bûye.
Huseyîn, bang li gelê Cizîrê jî kir ku xwedî li axa xwe derkevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Her der bûye kavil. Her der guleyên top û hawanê ye. Lê ez dixwazim gelê Cizîrê vegere ser axa xwe. Bila vegerin û axa xwe ji kesî re nehêlin."
(zt)