Di sala 2015'an de 303 jin hatin qetilkirin

11:17

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan amadekirî di nava sala 2015'an de 303 jin hatin qetilkirin. Li gorî raporê ji sedî 78'ê jinan ji ber ku dixwazin di derbarê jiyana xwe de biriyarê bidin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin.

Li gorî rapora Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan amadekirî di nava sala 2015'an de 303 jin hatin qetilkirin. Li gorî raporê piraniya jinên tên qetilkirin zewicî û xwedî zarokin. Ji sedê 50 jinên hatine qetilkirin zarokên wan hene, ji sedî 48 nehatine tesbîtkirin zarokên wan hene yan na. Ji sedî 43 jinên hatine qetilkirin zewicîne, ji sedî 14 jî herî kêm carekê zewicîne.

129 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatine qetilkirin, 90 jin ji ber ku xwestine dawî li zewaca xwe bînin hatine qetilkirin. Ji sedî 78 jin ji ber ku xwestine di derbarê jiyana xwe de biriyarê bidin hatine qetilkirin. 90 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatine qetilkirin. qatîlê 40 jinan hevalên wan ên mêrin, 20 jê hevserê wa nin, 10 jê kurê wanin, 10 jê jî hevserê wan ê ber û 8 jê jî bavê wan bûye.

16 jin ji ber ku li hember şideta fîzîkî û êrîşên zayendî li ber xwe dane hatine qetilkirn.

155 jin bi çekê, 90 jin bi madeyên birînê, 23 bi xeniqandinê, 7 bi darbkirinê, 7 bi madeyên hişk, 2 bi şewatê û 1 bi sax xistina bin axê hatine qetilkirin.

27 jin ji ber zanîne dê bên qetilkirin û rewş ji saziyên peyîwendîdar re gotine û 24 jin jî ji ber şideta ser jinên dinê asteng kirine hatine qetilkirin.

Ji sedî 24 jinên hatine qetilkirin temenê wan dibin 24 saliyê denin. 93 jinên ciwan yên temenê wan di nava 25-35'ê debûne, 117 jin jî temenê wan ser 35'ê re bûne.

Qetilkirinên jinan her diçe zêde dibe

Di raporê de jimara salên derbazbûyî jî hatiye dayîn wihaye; sala 2013 23, 2014 jî 294 jin hatin qetilkirin. Sala 2015 303 jin hatin qetilkirin. Tê dîtin ku li Tirkiyê qetilkirina jinan zêdebûye. Li gorî raporê di meha Tebaxa sala 2015'an de 27, Îlon 32, Cotmeh 21, Mijdar 28 û Kanûn 32 jin hatine qetilkirin. Herî zêde qetilkirinên jinan li Stenbolê 44, li Îzmîrê 20, Enqerê 15, Amed 13, Antalya û Bursa 12, Edene, Dilok û Muglayê 11, Kocaeli 10, Mêrsîn 9 jin ji ber ku xwestine di derbarê jiyana xwe de bibin xwedî biriyar û tenê ji ber jin bûne hatine qetilkirin.

(zt)