Evîn Keve hate sirgûnkirin
11:31
Çile
9
/ 2016
JINHA
WAN - Hevşaredara Şaxê Evîn Keve ya ku bi "îhtîmala dikare xwerêveberiyê îlan bike" hate gritin, sirgûnî Enqereyê hate kirin.
Hevşaredara Şaxê Evîn Keve ku di 2'ê çileyê de hate binçavkirin û bi "îhtîmala dibe ku xwerêveberiyê îlan bike" ji aliyê dadgehê ve hate girtin duh êvarê sirgûnî Enqereyê hate kirin. Keve ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hate kirin.
(rc)