Jinên Diyanet şermezar kirin rastî êrîşê hatin

12:01

JINHA

ENQERE - Komeke jinên ku Serokatiya Karên Diyanetê şermezar kirin xwe li ber deriyê avahiya zincîr kirin. Jinên ku parkarta "Em ê feraseta zilam li ser rûyê erdê paqij bikin" vekirin rastî êrîşa polîsan hatin û bi deribtkirinê hatin binçavkirin.

Komek jinên ku xwestin Serokatiya Karên Diyanetê ku daxuyaniyên "Bavek dikare ji bo keça xwe şehwetê hîs bike, ev ne heram e" "Elewîtî xeta me ya sor e" da şermezar bikin xwe ber deriyê avahiyê xwe zincir kirin. Jinên ku xwe pankarta "Em ê feraseta zilam li ser rûyê erdê paqij bikin" vekirin dirûşmên jin jiyan azadî "Ji dewleta tecawizkar dê jin hesab bipirsin" berz kirin.

Polîsên ku çûn çalakiyê bi deribkirinê jin bin çav kirin. Jinên ku hatin binçavkirin birin emniyetê.

(rc)