Jinên çun ser mezarê Leyla Şaylemez rastî êrîşê hatin
12:26
Çile
9
/ 2016
JINHA
MÊRSÎN - Jinên ku ji bo bîranînê kombûn û çun ser mezarê Leyla Şaylemez rastî êrîşa polîsan a bi gaza îsotê hatin.
Jin protestokirina komkujiya Parisê ya ku di 9'ê Çile ya sala 2013'an de sê jinên siyasetmendarên kurd qetilkirin berdewam dikin. Jin Sakine, Fidan û Leyla li ser gora wan bibîrtînin. Lê dema ku jin ji bo biçin ser gora Leyla ya li Goristana Guneykent a Mêrsînê li ber navçeya HDP'ê ya Akdenizê bi pêşengiya KJA yê hatin bahev rastî mudaxeleya polîsan hatin. Dema ku bi gaza îsotê êrîşî jinan kirin, jinan diyar kirin ku dê bîranînê bikin.
(zt)