Jin ber bi mezarê Sakine ve ketin rê
12:36
JINHA
DÊRSÎM - Ji bo bîranîna pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz jin ber bi goristanê ve ketin rê.
Dê pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz (Sara) ya ku berî sê salan li Parisê hatî qetilkirin li Dêrsimê ser gora xwe bê bîranîn. Bi pêşengiya KJA yê beriya bîranînê bi hezaran jin li Kolana Hunerê kombûn û ber bi Parqa Seyid Riza ve dimeşin. Jinan pankartên weke "Eşqa we ya azadiyê bilindkirina tekoşîna meye", "Emê ji qatilên 9'ê Çile li Parisê û 4'ê Çile li Silopiya komkujî kirin hesabê bipirsin" û "Di berxwedanê de îsrar bersiva herî baş a komployêye" hildan û diruşmên weke "Jin Jiyan Azadî", "Dewleta qatîl dê hesabê bide", "Heval Sara bê mirine", "Sara, Rojbîn, Ronahî jin jiyan azadi" û "Şehid namirin" bilind kirin. Jinan wêneyên Sakine Cansîz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez li gel wêneyên Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên ku li Silopî hatine qetilkirin vekirine.
Jinên ber bi Meydanê ve dimeşin li ber bîrdariya Seyid Riza ji bo hemû jinên di demên dawiyê de hatine qetilkirin çira vêxistin. Piştî vêxistina çirayan jin ber bi goristanê ve ketin rê.
(zt)