Ji Konferansa Jinê ya Şaredariyên Rojava biryarên girîng
12:48
JINHA
DÊRIK - Endamên jin ên şaredariyên gel ên Rojavayê Kurdistanê 1. konferansa xwe bi gelek biryaran bi encam kirin.
Endamên jin ên şaredariyên gel ên Rojavayê Kurdistanê duh li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarê Rimêlanê 1. konferansa xwe lidar xistin. Di konferansê de li ser navê Komîteya Amadekar a konferansê, li ser navê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star û li ser navê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê axaftin hatin kirin. Di konferansê de derbarê kar û xebatên şaredariyan de rapor hatin xwendin û sînevîzyonek derbarê xebatan şaredariyan de hate pêşandan. Paşê bendên rêziknameyê û qanûna taybet bi buroyên jinan ên şaredariyan hatin xwendin.
Beşdarên konferansê piştî ku hin xalên rêziknameyê û qanûnê sererastkirin, li ser herduyan erê kirin. Her wiha ji bo xebatên vê salê jî plansaziyek diyar kirin. Li gorî plansaziyê gelek biryar di aliyên teorî, fikrî, rêxistinî û ekolojîk de hatin girtin.
Di aliyê fikrî de biryar hate girtin ku perwerdeyên fikrî û rêveberî bêne zêdekirin. Her wiha navenedeke ji bo pêşxistina afrîneriya zarokan were vekirin û pirtûkxaneyeke taybet ji jinan re bête vekirin û çanda xwendinê di nava jinan de were belavkirin.
Di aliyê rêxistinî de jî biryar hate girtin ku divê karên buroyên jinan ên şaredariyan were pêşxistin û hevkariya bi Yekîtiya Star re were zêdekirin û nêrîna Yekîtiya Star di pêşniyarên projeyan de esas were girtin.
Di aliyê ekolojîk de çandina darên fêkî bê zêdekirin û kooperatîfên çandiniyê werin avakirin. Her wiha cihê melevanî yên taybet bi jinan û zarokan li hemû deveran werin avakirin û çanda parastina ekolojiyê bêtir were belavkirin.
Di aliyê tenduristiyê de biryar hate girtin ku perwerdeyên tenduristî li hemû şaredariyan werin vekirin. Pêşxistina hişmendiya jinan û welatiyan di xweparastina ji nexweşiyan. Her wiha di aliyê aborî de jî di konferansê de biryar hate girtin ku ji bo pêşxistina aboriya jinan gelek xwaringeh û kafeterya werin vekirin. Bazar û dukan ji jinan re werin vekirin. Kargehên konserwa ji jinan re werin avakirin. Her wiha dukan û şûnên taybet bi cil û bergên kurdî yên jinan, sînema werin vekirin.
Di dawiya konferansê de belgefîlmek der barê kurtejiyan her sê têkoşerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de hate pêşandan.
(rc)