ODGK: Em ê berxwedanê bidomînin û jiyana nû înşa bikin
13:30
JINHA
AMED - 1. Kongreya Awerte yê ODGK'ê bi dirûşmeya "Em bi Sara bûn partî, bi Bêrîtan bûn artêş, bi Zîlan bûn xwedî xetê û bi ODGK'ê em ê jiyana nû înşa bikin" û tevlîbûna sedan jin despêkir. Jinên ciwan ku tevlî kongrê bûne gotin, "Em ê sekna biryardarî yê Sakîne, Fîdan, Leyla û berxwedana Sêvê, Fatma û Pakîze bidomînin."
Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) 1. Kongreya Awerte pêk anî. Kongre bi dirûşma "Em bi Sara bûn partî, bi Bêrîtan bûn artêş, bi Zîlan bûn xwedî xetê û bi ODGK'ê em ê jiyana nû înşa bikin" li Kompleksa Werzîşê ya Peyasê bi beşdarbûna sedan jinên ciwan ên ji bajarên Tirkiyê û Kurdistanê despêkir. Kongreya ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî, Heyeta Îmraliyê û endama Koordînasyona KJA'ê Ceylan Bagriyanik, Hevseroka Giştî yê DBP'ê Emîne Ayna, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî beşdar bûn. Li salona kongreyê ligel postarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 3'ê siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, posterên Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîr a ku li Silopî hatine qetilkirin hatin daliqandin û panqartên " Di şer de rîzgarî di jiyanê de azadê" û "Serkeftin bi tilîliyan mezin dibe jinên ciwan diherike nava şoreşê" û alên KJA'yê hatin vekirin. Jinên ciwan kongrê bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", Bê Serok jiyan nabe" û "Hezar silav ji rêberê jin avakiriye re" û coşek mezin pêşwazî kirin.
'Em ê li qadan bin'
Endama ODGK'ê Mehtap Kiyar axaftina vekirinê kir û wiha got, "Di têkoşîna çil salî de me serê xwe netewand. Îro jî bi pêşengiya jinên ciwan li hember kiryarên pergalê ya li ser civakê em ê serê xwe netewînin. Wek jinên rêxistinkirî em ê cihê xwe li her qadê jiyanê bigrin. Em ê li hember polîtîkayê pergalê têkoşîna xwe bidomînin." Mehtap berxwedaniya xwerêveberinê silav kir û wiha berdewam kir, "Em ê sekna biryardarî yê Sakîne, Fîdan, Leyla û berxwedana Sêvê, Fatma û Pakîze bidomînin."
'Em ê bi pergal û têgihîna xwe bijîn'
Piştî axaftina vekirinê Heyeta Îmraliyê û endama Koordînasyona KJA'ê Ceylan Bagriyanik axivî. Ceylan wiha got, "Ev kongre ji bo pêkanîna xeyalê Sarayan, Sêvêyan, Zîlanan gava herî mezine. Em jina ciwan yên ku Perspektîfa Netewa Demokratîk û perspektîfa Rêberê bi jîyanî kirine hezar car silav dikin. Em ê wek jin pergal û têgihîna xwe bijîn." Ceyalan di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didin meşandin û wiha pêde çû, "Polîtîkayên tecrît û pêkanînên hember Rêberê me tê kirin, di heman demê de hember me ye jî tê kirin. Em ê destûrê nedin van pêk anînan. Em ê perspektîfa rêbertiyê xwe bi jiyanî bikin û komploya ku tê pêkanîn vala derbixin." Ceylan got jin heya roja îro çawan li berxwedabe wê ji îro û pêde jî berxwe bide û wiha domkir, "Hêzên tarî ên gladyo AKP'ê jin digrin hedefê û her roj komkujî pêk tînin. Bersiva herî bi hêz bi parastina xwe yê cewherî wek jin em ê bidin. Wek KJA'ê em ê li her qadê xwe li hember polîtîkayên êrîşê bi rêxistin bikin û parastina xwe yê cewherî pêşbixin."
Kongre bi gotûbêjan berdewam dike.
(rc)