Wêneyê Rojnameger Nedim Oruç îskencê nîşan dide

13:45

JINHA

ŞIRNEX - Nûçegihanê DÎHA yê Nedîm Oruç ê ku li Sîlopiyê piştî polîsan îşkence lê kirin û revandin, li ser bihistiyariya raya giştî binçavkirina wî hate qebûlkirin û ji aliyê dadgehê ve jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin wêneyê hatiye kişandin îşkenceya li Nedîm hatiye kirin îspat dike.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di 5'ê çileyê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) yê Nedîm Oruç bi welatiyên li taxa Şehîd Harun re bi zorê ji taxê hate derxistin û birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê. Li wê jî hate derbkirin û bi erdê ve hate kaşkirin, bi wesayîta zirxî hate revandin. Di dadgehê de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye hatibû girtin. Nedîm ji ber nûçe û dîmenên nûçeyan hate girtin îşkenceya lê hatiye kirin ji wêneyê wî tê dîtin. Di wêne de şopên derb û îşkenceya di bin çav û rûyê Nedîm de şop bi awayeke zelal tê dîtin. Rapora derbkirinê ya di bin çavan de hatibû girtin û parêzer Erdal Konur jî dema îfadeya dozgeriyê de îşkence derbasî girtekan kiribû.

Ji bo polîsên îşkence li Nedîm kirine bên dîtin û cezakirin têkîldarî îşkenceya li nûçegihanê DÎHA yê Nedîm hatiye kirin parêzerên ajansa wan gilî kirin.

(zt)