Di çalakiyê de 1 jê nûçegihan 13 jin hatin binçavkirin
14:25
Çile
9
/ 2016
JINHA
ÎZMÎR - Hewldana Jinê ya Aştiyê (BÎKG) bi armanca balê bikşînin ser komkujiyên ku li Kurdistanê pêk tê çalakî li darxistin. Polîs êrîş bir ser çalakvanan û nûçegihana Rojnameya Evrenselê jî di nav de 13 jin xistin binçavan.
Hewldana Jinê ya Aşitiyê ya Îzmîrê, ji bo balê bikşîne ser komkujiyên hêzên dewletê yên li Kurdistanê, li ber Metroya Bornova kombûn. Polîs, destûr neda ku jin daxuyaniyê bidin û êrîşê jinan kir. Nûçegîhana Rojnameya Evrenselê Eda Aktaş jî di nav de 13 jin hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.
(rc)