Li Amedê polîsan mudaxeleyî meşa jinan kir

14:27

JINHA

AMED - Dema ku ji bo 3'emîn komkujiya Parisê jinan xwestin ji Meydana Batikentê bimeşin Meydana Îstasyonê polîsan astengî derxistin.

Ji bo meşa bi pêşengiya KJA yê bi boneya şermezarkirina komkujiya Parisê ya 9'ê Çileya sala 2013'an ku têde Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatîn qetilkirin jin kombûn. Jinên li Meydana Batikentê kombûn di destê wan de alayên KJA yê heyî diruşmên "Şehîd namirin" bilind dikin. Jinan dovîzên di navê de wêneyên Sakine, Fidan, Leyla û sê jinên li Silopiya hatine qetilkirin Sêvê, Pakize û Fatma hilgirtine.

Dema ku jinan ber bi Meydana Îstasyonê ve dest bi meşê kirin rastî astengiya polîsan hatin. Bi wesayîtên zirxî û barîkatan polîsan pêşiya jinan girtin û meşa wan asteng kirin.

(zt)