Li Mêrdînê jin komkujiya Parîsê şermezar kirin
15:00
JINHA
NISÊBÎN - Li Mêrdînê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad komkujiya Parîsê bi meşek hat şermezar kirin.
Aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên herema Mêrdînê bi boneya salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir şeremezar bikin, li ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Nisêbînê hatin cem hev. Girseya Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredar Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akay Akyol, hevşaredarên DBP’î yên herema Mêrdînê, Aktîvîstên KJA’yê, Endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, gelek jin û welatî di nav de heta Navenda Çanda Mîtanî û meş li dar xist.
Di meşê de pankarta ku wêneyên her 6 jin hebûn bi nivîsa “Ji Sakîneyan heta Sêvêyan riya we riya me ye” hate hildan. Jinan bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, “Bijî xweseriya Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” û “Şehît namirin” berz kirin. Her wiha di meşê de jinan li hember komkujiyên dewletê hêrsa xwe anîn ziman. Meş li ber Navenda Çanda Mîtanî bi dawî bû û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka DBP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglu axivî û bibîr xist ku di salvegera qetilkirina 3 jinên kurd li Parîsê hatin qetilkirin û got ku di heman rojê de li Silopî 3 hevalên wan din hatin qetilkirin. Perîhan destnîşan kir ku ew ê berxwedana jinên kurd ên Kurdistanê bilind bikin.
‘Em şînê nakin em ê têkoşîna xwe bilind bikin’
Piştî Perîhan Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Aysel Erol daxuyanî xwend û diyar kir ku qetilkirina 3 jinên li Parîsê û Silopî hatin bi awayekî hovane ku hatin qetilkirin bibîrxist û got ku ev qetilkirin ji bilî li dijî sekna bîrdoziya jinên kurd ji pêdetir nîne. Aysel anî ziman ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana jinê polîtîka û êrîşên îmhayê yên li ser gelê kurd û jinan vala derbixin. Aysel da zanîn ku ew ne di şênî de ne û got ku ew
ê têkoşînê xwe bilind bikin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jin derbasî Salona Şanoyê ya Sarya ya Navenda Çanda Mîtanî bûn û li sînevziyona li ser jiyana 3 jinên li Parîsê hatibûn qetilkirin hate pêşandan.
(bg/eb/rc)