Li Parîsê bi deh hezaran ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla meşiyan
15:02
JINHA
PARÎS - Di 3. salvegera qetilkirinê de ji demezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama Kongreya Neteweya Kurdistan Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li paytexta Fransayê Parîsê tên bîranîn. Rêzeaktîvîteyên hefteyek berê bi belgesela Sakîne Cansiz ve destpêkir, bi meşa îro ve gihişt lûtkeyê.
Bi deh hezaran kes bi şîara, “Em Edaletê Dixwazin” ve di serî de Fransa û Elmanya ji gelek welatên cuda yên Ewropayê danê sibehê herikîn Parîsê. Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên bi otobus û wesayîtên din ve hatin Parîsê, li Gar Du Nordê hatin cem hev. Di meşê de pankartên, “Bêyî berjewendiyên dewletan bên fikrandin bila qatlîam bê aşkerakirin”, “Em Edalet û Ronahiyê Dixwazin” û “Bila Hêzên di pişt qetlîamê de bên aşkerakirin” hatin vekirin, her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin rakirin. Girseya wêneyên PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, MLKP rakir, dirûşmêyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Botanê” û “Ez Sakîne me, Leyla me, Fîdan im” berz kir.
Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCD-E Dilşah Osman, Mûrat Ceylan, nûnerên saziyên Kurd, nûnerên Tamîlan ên li Parîsê, rêveberên partiyên komunîst, sosyalîst, gelek siyasetmedar û kesayetên serbixwe tevlî meşê bûn.
Meş wê bi mîtînga li Qada Bastîlle ve bi dawî bibe.
(rc)