'Ti celad nikare te bikuje, tu ti deman ji me durneketiyê'
15:08
JINHA
DÊRSIM - Jinan pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz ya ku li Parisê hatî qetilkirin li ser gora wê bibîranîn. Jinan diyar kirin ku tekoşîna Sakine ji bo wan rêya berdewam kirinê ye û gotin: "Tu ti deman ji me durneketiyê. Bi serketinê tacîdarkirina tekoşîna te deyînê ser situyê meye."
Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz a ku berî sê salan li Paytexta Fransa Parîsê li gel du hevalên xwe hatî qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn. Despêkê jin ji Kolana Hunerê çun Meydana Seyid Riza û paşê jî bi pêşengiya KJA yê çun ser gora Sakine. Di bîranînê de Wekila Koma HDP'ê çaglar Demirel, Parlementerê HDP'ê yê Dêrsimê Alican Onlu, Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul, Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak, Endama Koordinasyona KJA yê Sara Aktaş, Rêveberên Navenda ESP'a Dêrsimê, malbat û gelek jin amadebûn. Jinan pankartên weke "Eşqa we ya azadiyê bilindkirina tekoşîna meye", "Emê ji qatilên 9'ê Çile li Parisê û 4'ê Çile li Silopiya komkujî kirin hesabê bipirsin" û "Di berxwedanê de îsrar bersiva herî baş a komployêye" hildan û diruşmên weke "Jin Jiyan Azadî", "Dewleta qatîl dê hesabê bide", "Heval Sara bê mirine", "Sara, Rojbîn, Ronahî jin jiyan azadi" û "Şehid namirin" bilind kirin. Jinan wêneyên Sakine Cansîz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez li gel wêneyên Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên ku li Silopî hatine qetilkirin vekirin. Beriya bîranînê di kesayeta Sakine Cansiz de ji bo şehîdên demokrasiyê rêz hat girtin û sîroda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştî rêzgirtinê jinan qurnefîl danîn ser gorê û çira vêxistin.
'Heya Sakine hebin dê tekoşîn berdewam bike'
Di bîranînê de despêkê Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun axivî û diyar kir ku beriya sêyemîn salevegera komploya 9'ê Çile li Silopiyayê 3 siyasetmendarên kurd qetilkirin û wiha domand: "Em ji vêderê bang dikin û dibêjin emê li hember polîtîkaya we ya îmha, înkar û tinekirinê berxwedana topyekun bidin despêkirin. Heya niha di oxira azadiyê de me bedel dan, ger cardin bê xwestin em ji bo dayînê amadene. Yan azadî, yan azadî. Emê pergala jinan avabikin û em li hember pergalê serî nadanin. Dê bi Sakine û Ronahiyan ev tekoşîn berdewam bike. Tekoşîna Sakine ya biromet ser hemû jinan badorek gelek mezin hêlaye."
Gultan Kişanak a ku li Girtîgeha Amedê bi Sakine re mayî jî wiha axivî: "Ey Sakine, yên tu qetilkirê fikirîn ku tu ji me qetandê. Tu ti deman ji me dur neketiyê. Ti gule nikarin te bikujin, ti celan nikarin te qetilbikin. Çawan nekarîn li Çiyayên Dêrsimê tekoşîna azadiyê biqedîne, dê ji niha û şonde jî nikarin biqedînin. Bêguman emê ji bo darezandina qatîlan tekoşînê berdewam bikin. Qatîl dernekevin pêş darazê jî ji xwe di wijdanên gel de mehkumin."
'Emê 6 hevalên xwe jibîr nekin'
Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel jî got: "Di salan 3'emîn de jî qatîl li Farqîn, Silopî, Sur û Cizîrê dixwazin komkujiyan bikin. Lê li hemberî wan berxwedanek bêhempa heye. Ev tekoşîn bi pêşengiya Sakineyan pêşketiye. Ji bo me Sakine, Fidan, Leyla, Sêvê, Pakize û Fatma hemane. Em carekdinê jî dibêjin îro li Kurdistan û Tirkiyê me 6 hevalên xwe jibîr nekirin. Bi serketinê tacîdarkirina berxwedana wan deyînê pişt situyê meye."
Piştî belavkirina miradan û pêxistina çirayan bîranîn bidawîbû.
(zt)