Selma Irmak: Em ê ti carî serî li ber we netewînin

15:09

JINHA

AMED - 1. Kongreya Asayî ya ODGK li Amedê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li konferansê axivî û got, "Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."

1. Kongreya Asayî ya ODGK li Amedê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li konferansê axivî û got, "Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin." Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî diyar kir ku jin û ciwanên berxwedan bi ser xistine her tim hebûne û wê ji niha û pê ve jî hebin. 1. Kongreya Asayî ya Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) bi şiyara "Bi Sara re me ketin pratîkê, bi Bêrîtanan re em bûn artêş, bi Zîlanan re em bûn xet, bi ODGK re em jiyana nû ava dikin" li Navenda Sporê ya Peyasê dewam dike.

'Em ê li ser xeta Rêberê xwe bin'

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak da xuyakirin ku kongre bersiva li rojeke dîrokî ye û got, "Her roj êşeke nû rû dide. Li dijî zilmê em her roj têdikoş in, li ber xwe didin. Lê em rondikan nabarînin û em ê nebarînin. Em ê li ser şopa jinên pêşengên xwe bimeşin. Em ê li ser xeta Rêberê xwe bin."

'Em ê serî netewînin'

Selma destnîşan kir ku jinên têkoşîna azadiyê dimeşandin ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, ji bo wan rêber in û got, "Rozerîna me hat qetilkirin û hînê bi gelek jinên me yên din hedef hatin girtin. Em ji hêzên gemarî re vê dibêjin: Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ji rêya xwe venegerin. Berxwedan jiyan e. Jinên nû yên ciwan digihêjin û bi pêş de diçin. Em soz didin, em ê têkoşîna jinên xwe ji cihê mayî bidomînin." Selma da xuyakirin ku ew ê li ser exlaq û azadiya civakê jiyaneke nû ava bikin û anî ziman ku jin jî wê di vê şoreşê re pêşengiyê bikin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî ragihand, ku ciwan û azadî yek in û diyar kir, ku di tevahiya herikîna dîrokê de gelan qezenc kirine û ji niha û pê ve jî wê qezenc bikin. Emîne jî da xuyakirin ku jin û ciwanên berxwedan bi ser xistine her tim hebûne û wê ji niha û pê ve jî hebin. Emîne destnîşan kir ku siberojên azad nêz e.

Konferans dewam dike.

(rc)