Li Colemêrgê jin ji bo Sakine, Leyla û Fidanan meşiyan
15:25
JINHA
GOLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pêşengiya KJA yê jin ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Çileya sala 2013'an ku têde 3 jinên Siyasetmendêrên kurd hatin qetilkirin meşiyan.
Li Colemêrgê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo 3 jinên siyasetmenderên kurd Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan jin meşiyan. Di meşê de Hevseroka HDP'a Colemêrgê Emine Armut, Aktivistên KJA û Dayikên Aştiyê jî di navê de gelek jin amadebûn. tevli bun. Di meşê de Pankarta "Em ne xemginin emê berxwedanê bilind bikin" hat vekirin. Jin li ber avahiya HDP'ê kom bû û dest bi meşê kirin. Gava ku jinan xwestin heya ber bi Şaredariya Colemêrgê bimeşin rasti mudexeleya polisan hatin. Jinan bi diruşmeyên "Jin jiyan Azadi" bersiv da. Li gel hemû astengiya polîsan jî heya şaredariyê meşiyan û li ber Şaredariyê daxuyani da çapemeniyê. Daxuyani ji aliyê Aktivista KJA Fatma Acar ve hat xwendin. Fatma diyar kir ku jin dê heya dawiyê li hemberi hişmendiya deshilatiyê berxwedanê mezin bikin û gelê kurd dê bi tekoşina Sakineyan azad bibe.
Pişti daxuyaniyê jin bi tililiyan û diruşmeyên "Jin jiyan azadi" belav bûn.
(zyd/zt)