Li Cîzîre welatîyek din jî birîndar bû

15:43

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîre welatîye bi nave Halîl Ozkul (21) gava ji marketê vegera malê di gulebarana tîmên teybet de birîndarbû.

Li navçeya Cizîra Şirnexê welatîyê bi navê Halil Ozkul (21) dema ji marketê vedigeriya malê ji alîyê polîsan ve hat gulebaran kirin û birîndarbû. Halil li cihê birîndarbûye li benda abolansê ye.

Jina ciwan Mevlîde Goral (18) a ku li Taxa Nurê di saetên sibê de di baxçê mala xwe de bi parçeyên şarapnelê ji zikê xwe birîndar bûyî jî, piştî ku ambulans ket taxê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

(dt/zt)