Hevşaredarên jin ên Rojava: Em ê giranî bidin xebatê
15:47
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Hevşaredarên jin ên ku beşdarî 1.konferansa jinên şaredariya Rojava bûne gotin, "Divê em hêjmara jinên xebatkar ên şaredariyan mezin bikin. Bi ked û hewldana jinê em ê di xebatê şarerdariyê de nîşan bidin."
Endamên jin ên şaredariyên gel ên Rojavayê Kurdistanê duh li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarê Girkê Legê 1. konferansa xwe lidar xistin. Derbarê konferansê de rêveberên herêmê diyar kirin ku ew ê di binesaziya şaredariyê de buroyên jin, pirtûkxane vekin, her wiha navendê zarokan avabikin û ji bo bi hêzbûna xebatê jin di nava şaredariyê de wê kooperatîfan vebikin.
Jinên ku beşdarî konferansê bûn ji JINHA'ê re axivîn. Rêvebera Herêma Rojava û Hevşaredara Buroya Jinê Rûken Ehmed wiha got, "Cara yekeme konferansek bi vî aweyî pêk tê. Di konferansê de erkên ku dikeve ser milê jinan hat gotûbêj kirin. Armanca konferansê berfirehkirina xebatê jin di nava şaredariyan de ye."
Hevşaredara Gel yê Kobanê Şevîn Mehmûd jî wiha got, "Ez tevahî jinên ku tevlî konferansê bûne silav dikim. Wek endamên şaredariya Kobanê, piştî berxwedana Kobanê a dîrokî, bi qasî derfet ê me hebû me xebat da meşandin. Divê xebatkarên jin ên di şaredariyê de bên zêde kirin. Bi ked û hewldana jinê em ê di xebatê şarerdariyê de nîşan bidin."
Hevşaredara Gel yê Çilaxa Suad Husên diyar kir ku konferans bi encamên serkeftî pêk hatiye û wiha domand: "Ji bo xebatkarên şaredariya bajêr û gund yên jin me derfet û qadên berfireh avakirin. Di xebatê de serkeftinên mezin hatin bi dest xistin. Wek jinên Ereb, Sûryanî û Kurd em soz didin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku baweriya xwe bi hêz bikin."
(rc)