Li Îzmîrê êrîşa duyem ser jinan: 35 kes hat binçavkirin

16:21

JINHA

ÎZMÎR - Bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 jinên Kurd ên siyasetmedar yê Parîsê, ser bangaweziya KJA'ê jinên ku xwestin çalakî pêk bînin rastî êrîşê polîsan hatin 35 jin bi darbkirinê hatin binçavkirin. Li aliyê din polîs di saetên nîvro de jî li Îzmîrê 1 jê nûçegihan 13 jin girtibûn binçavan.

Bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3'ê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, her wiha hersê jinên ku li Silopî jî hatine qetilkirine Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi pêşengiya jinan meşek yê protestoyî hat lidarxistin. Jinên ku li ber Erbîl Suer a Kolana Şehîtên Kibrisê kombûn. Jinên ku panqart û wêneyên hersê jinên siyasetmedarên Kurd vekirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku jinan di erdê re kaşkirin tevî Hevseroka HDP'ê yê Îzmîrê Dîlek Aykan 35 jin xistin binçavan.

Di dema mudexeleya de Nûçegihanê DÎHA yê Îzmîrê Serfîraz Gezgîn û Kizilbayrak Hatîce Erhan polîs dora wan girt û destûr neda ku dîmen bikêşin. Polîsên ku Serfîraz û Hatîce jî darp kirin piştî bertekê nûçegihanên din dîtin wan berdan. Jinên ku hatine binçavkirin wan birin Miduriyeta Emnîyetê ya Îzmîrê.

Her wiha di saetên nîvro de jî Hewldana Jinê ya Aştiyê (BÎKG) bi armanca balê bikşînin ser komkujiyên ku li Kurdistanê pêk tê çalakî li darxistibûn û li ser mudaxeleya polîsan Nûçegîhana Rojnameya Evrenselê Eda Aktaş jî di nav de 13 jin hatin hatibûn binçavkirin.

Hêjmara jinên ku li Îzmîrê hatine binçavkirin gihêşt 48'an.

(rc)