Fidan Dogan ser gora xwe hat bîranîn

16:29

JINHA

GURGUM - Ji sê jinên siyasetmendarên şoreşger ên li Parisê hatin qetilkirin Fidan Dogan li Elbistanê ser gora xwe hat bîranîn.

Ji sê jinên siyasetmendarên kurd yên li Parisê hatin qetilkirin Fidan Dogan li gundê Malebutton ê navçeya Elbistana Gurgumê ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna bi pêşengiya KJA yê hatî kirin de di navê de parlementerên HDP'ê Dilek Ocalan û Besime Konca jî heyî gelek jin amadebûn. Jinên ku di ketina gund de hatin bahev pankarta "Emê bi rêvberiyên cewherî xwe rêxistin bikin û giyana Sarayan azad bibin" rakirin. Di meşê de jinan wêneyê jinên hatine qetilkirin rakirin û diruşmên "Jin jiyan azadî", "Dewleta qatîl dê hesabê bide" û "Fidan Dogan bêmirine" bilind kirin.

Jinên li ser gora Fidan Dogan kombûn bi deqeyek rêzgirtinê dest bi bîranînê kirin. Parlementera HDP'ê Besime Konca diyar kir ku dê di rêya jinên li Paris û Silopiya hatine qetilkirin de bimeşin û got: "Komkujiyên Pirsus, Gurgum, Sur û Parisê yên faşizmê ne. Bi sedan sale gelê kurd rastî qirkirina nijadî tên. Fidan di encama van komkujiyan de çu Ewrupayê. Li wê jî Fidan şoreşgerên Nurhaqê ji bîr nekir û bi wan re mezinbû."

Çalakiya bîranînê bi qurnefîl danîna ser gora Fidan û diruşman bidawî bû.

(zt)