ODGK: Li hember dorpêç û qedexeyan em ê têkoşînek aktîf bidin meşandin
16:46
JINHA
AMED - Kongreya ODGK'ê bi xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû. Endama ODGK'ê Eylem Kulahçi balê kişand ber pêla berxwedana li Kurdistanê û got "Jinên ciwan dê bi biryardarî erkên xwe yên dîrokî pêk bîne û netewe demokratîk ava bike."
Yekemîn Kongreya Asayî ya Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK), bi xwendina pêşnûme biryar û encamnameyê bi dawî bû. Endama ODGK'ê Eylem Kulahçi ya ku encamnameyê xwend diyar kir ku ew kongreya xwe ya yekemîn di şexsê Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar de diyarî "şehîdên berxwedana rêveberiya cewherî" û sê jinên şoreşger ku li Parîsê hatine qetilkirin dikin. Eylem balê kişand ser berxwedana li Kurdistanê pêş dikeve û wiha axivî: "Em dibînin ku berxwedan bilind dibe. Xurtkirin û berdewamkirina vê berxwedanê pêwîst e. Kongreya me tespît kir ku jina ciwan dikare bi berxwedanê ve azad bibe û em diyar dikin ku di dema pêş de jina ciwan dê bi biryardarî erkên xwe yên dîrokî pêk bîne û netewe demokratîk ava bike."
Eylem anî ziman ku ewê berxwedana rêveberiya cewherî mezin bikin û banga xwedîderketina berxwedana li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Silopî, Sûr û bajarên din kir. Di encamnameyê de biryarên ku kongreyê girtine jî ji raya giştî re hate ragihandin. Di biryaran de hate destnîşankirin ku dê ODGK, di pêvajoya pêş de xebatên komûn û meclîsan pêş bixe û di çarçoveya 9 xalên netewa demokratîk de xwe birêxistin bike.
(rc)