Li Silêmaniyê YPJ-Şengal Xelata Sakine Cansiz girt
17:20
JINHA
SİLÊMANÎ - Bi tevîbûna hijmareka zêde ji welatî û rêxistinên bajêrê Silêmaniyê merasîmek mezin ji bo bîranîna sê jinên siyasetmendarên Kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Xelata Sakine Cansiz hat lidarxistin. Di merasîmê de Xelata Sakine Cansiz a îsal dan YPJ-Şengal.
Di sêyemîn salevegera qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd ên li Parisê bi pêşenga Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) li Hola Tawar ya bajêrê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma bi rêzgirtinê dest pêkir de hijmarek zêde ji rêxistin û nunerên partiyan tevlî bûn. Destpêkê tace gula rêzgrirtinê ya ku Hêro Îbrahîm Ehemed şandbuû hat danîn. Pişra Şehên Ehmed li ser navê RJAK'ê axaftinek kir û helwesta dewleta Firensayê şermezar kir. Şehên bahsa jiyana Sakîne Cansiz kir û got: "Tekoşîna ku îro li her çar aliyê Kurdistanê tê meşandin berhemê keda Sakîneyane."
Piştî axaftinê sînefvizyona ser jiyana Sakîne Cansiz hat pêşkeşkirin. Piştî Sînefiziyonê xelata Sakîne Cansiz hat pêşkeşkirin. Xelata îsal ya Sakîne Cansiz hat dayîna YPJ- Şengal. Li gorî bernamê dê yek ji fermandarên YPJ-Şengal bihata Silêmaniyê û xelat bigirtana. Lê ji ber PDK'ê rê nedabû ku fermandara YPJ-Şengal di xala kontrola PDK'ê re derbaz bibe dayîka sê şehîdan Gewrê Salih Cumo, li ser navê YPJ-Şengal girt.
Dayîka Gewrê li ser navê Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê YPJ-Şengal xelat girt û dê li Çiyayê Şengalê xelatê bide xwediyê wê.
Merasîm bi druşmeyên şehîd namerin bi dawî
(şd/zt)