Li Wanê lîstika bi navê 'Neşîne berxwedanê' hat lîstin

18:07

JINHA

WAN - Bi buneya 3'emîn salvegera komkujiya Parisê li Wanê lîstoka 'Neşîne berxwedanê' ya ji xudawendan heya Sakineyan berxwedana jinan vedibêje derket dikê.

Navenda çanda mezopotamya ya Wanê ji bo 3'emîn selvegera 3 jinên siyasetmendarén kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez yén li Parîsé hatin qetilkirin, bi listik a şanoyê ya bi navê "Neşîne berxwedanê" bibîranîn. Bername li Navenda Çanda Nûda yé hat lidarxistin. Hevseroka Navenda HDP'a Wanê Tugba Hezer, Hevseroka DBP'ê Caziye Duman, Dayikén Aşitiyé yén Wané û gelek jin tevli bernameyé bûn. Di bîranînê de Reveberê Navenda Çanda Nûdayé Salîha Aytaç axaftinek kin kir.

Ji Têkela KJA yê Alev Taş diyar kir ku ewê tekoşîna hevalên xwe berdewam bikin û bigihînin serketinê.

Pişti axaftinan û lîstina şanoyê bername bi çepik û tilîliyan qediya.

(hk-db-ry/zt)