Walitiya Şirnexê dest danî ser cenazeyê li wesayîtê siwar kirin

18:25

JINHA

ŞIRNEX - Ji bo girtina cenazeyên welatiyên li Cizîr û Silopiyayê hatine qetilkirin û li Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê tên girtin malbat 4 saetin li ber derê morgê sekinîne. Dema ku cenaze ji morgê hatin girtin û li wesayîtan siwarkirin, nivîsek ji Walitiya Şirnexê hat dest danîn ser cenazeyan. Malbat û parlementer ji bo girtina cenazeyan hevdîtinan dikin.

Di êrîşên qirkirina nijadiya nêzî mehekê ye li navçeyên Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê tê meşandin de welatiyên jiyana xwe ji dest dane li Morga Nexweşxana Şirnexê tên girin. Ji bo girinta 10 cenazeyan 4 saetin malbat û parlementer li ber derê nexweşxanê ne. Malbatan piştî 4 saetan cenazeyê Taybet İnan, Yusuf İnan, Aziz Yural, Çetin Taşer, Fatma Uyar, Sêvê Demir, Pakize Nayır, Nidar ve Halis Sumer û Lutfu Aksoy girtin û li wesayîtan siwar kirin.

Di wê navberê de nivîsa "Destura birina cenazeyan nehatiye dayîn" ji Walîtiya Şirnexê hat, polîsan pêşî li wesayîtên cenazeyan girtin. Malbatan bertek nîşanî rewşê dan. Malbat û parlementer li ber derê nexweşxanê li benda girtina cenazeyan sekinîne.

(zt)