Newroz Miştenur: Jin garantiya civaka demokratîke

09:08

Gulan Botan/JINHA

KOBANÊ - Rêvebera Navenda Yekîtiya Star Newroz Miştenûr balkişand ser rewşa jinê û ji nû ve înşakirina Kobanê û wiha got, " Zagonên jin wê vîna jinan li Kobanê bi hêz bike. Armanca sereke ya zagonên jinê ew e ku civakek bi ahlaq û demokratîk avakirine."

Piştî şer û berxwedaniyeke mezin li Kobanê peş ket, bi rizgarkirina Kobanê re ji her helî ve xebatên ji nû ve inşakirina civak û bajar hatin destpekirin. Rêveberiya Navenda Yekîtiya Star Newroz Miştenûr destnîşan kir ku civak wê bi jina azad re demokratîk û azad bibe, û wiha got, " Armanca me ji xebatan danarûnişkadina zagonên jinê di nava civakê de û avakirina wekhevî û demokrasiyê ye. Ev çend hezar salin cara yekeme jin di derbarê xwe de biryar digre. Zagonên jinê bi nêrîn û biryarê jinên hersê Kantonan hat diyar kirin. Ev zagon hem ji bo jinê hem jî ji bo civakê tevî pewîstiyek serekebû. Bi van zagonan jiyana jinê û civakê dikeve bin garantiyê. Bi tu şêweyî em naxwazin civak li ser bingehê tirs û xofê mezin rabe. Heta niha wiha bo pêk dihat lê ji îro pêde em dixwazin civakek ehlaqî bi hêz bikin."

Newroz, Behsa guhertina zihniyetê kir û axaftinên xwe wiha domandin: " Em pergala xwe ya jinê jî ji nû ve digirin dest. Beriya her tiştî em hewildidin ku di warê zihniyetê de guhertinê avabikin. Dema ku zihniyet bibe zihniyetekî demokratîk û wekehev ew ê jin bikaribin biryaran di derbarê xwe û civaka xwe de birayaran bigrin. Li ser vê bingehî me dest bi hamleyeke danasînê kiriye. Em li her derê li bajêr û gundan semîneran di vê derbarê de bi rêxistin dikin. Hem mêr û hem jî jin bi giştî hemû pêkhateyên civakê tevlî van semîneran dibin."

Di derbarê mijarên ku di van semîneran de li ser rawestiyane Newroz wiha got: "Zewaca pir jinî yek ji xalên girîng ên ku em li ser rawestiyane. Me behsa bê edeletiya ku li ser jinê di vî warî de dimeşe kir. Jin di vî warî de êşê dikşîne. Di warê derûnî de ne rihet dibe. Ev yek jî bandora xwe li ser tevahiya civakê dike. Em dixwazin ferasetê yê li hember jinê biguherin." Her wiha Newroz got ku xala din jî ya ku ew li ser sekinîn jî li ser berdêliyê bo û wiha pêde çû: "Berdêlî pirsgirêkek ji pirsgirêkên girîng ên ku divê bi lezgînî bên çareserkirine. Berdêlî jiyana 4 mirovan dişewitîne. 4 mirov di agirê hev de dişewitin. Divê her jinek di derbarê jiyana xwe de xwedî biryar be. Her jin pêwîste çarenûsa xwe diyar bike. Li gel vê yekê zewaca bi temenê biçûk jî mijarek ji mijarên sereke yên semînera me bûn. Divê jin di bin temenê 18-19 salî de nezewicin. Jina di temenê biçûk de dizewice nikare ji jiyanê re tevlîbûnek baş çebike." Dîsa mijara bê hiqoqiya di parvekirina mîras de xala din e ku Newroz li ser rawestiya û anî ziman ku: " Bê hiqoqiya di parvekirina mîras ya di navbera jin û mêr de jî bo mijara me ya bingehîn ya semînera danesîna ji zagonên jinê re. Di vê mijarê de bê hiqoqiyek hebû. Lema diviyabû sererastkirinek bihata çêkirin. Her wiha mijara şahidîtiya jinê jî hebû. Berê şahîdiyeta 2 jinan li beramberî şahidiyeta yek mêrî dihate qebûlkirin. Di bingeh de di vir de jin biçûk dihate dîtin û bawerî pê nedihat kirin. Zagonên jinê ev xal jî weke mijareke bingehîn digire dest û li ser disekine. Cudahiya ku di navbera jin û mêr de tê jiyîn divê rabe. Ger ev feraseta cudabûnê di vê milî de rabe ew ê civak bi giştî bibe xwediyê feraseteke demokratîk û wekhev."

Newoz Miştenûr dazanîn ku penc hezar sale zihniyeta cudaxwaziyê tê meşandin, ji bo ev zîhniyet ji holê bê rakirin zagonên jin xalek girîng dileyze û wiha got, "Ji bo derbaskirina vê zihniyetê xebata ku em weke jin bikin gelek girînge. Ji ber ku jin garantiya jiyana wekhev û demokratîke. Çiqas jin xebatê bikin û bizanibin başe. Ev zagonên ku hatine destnîşankirin weke gaveke girînge di vê riyê de ye."

Li ser vê bingehî Newroz Miştenûr di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser rola perwerdê û girîngiya wê di dana rûnişkandina van zagonan de û bang li hemû pêkhateyên civakê di serî de jî jin kir ku xwe tevlî têkoşîna ji nû ve avakirinê bikin û piştgiriyê ji bo berxwedana ku li bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê meşandin bikin ku dengê vê berxwedaniyê bighijîne hemû mirovahiya azad.

(rc)