Fermandara YPJ'ê êrîşên hember Girê Spî nirxand

09:08

Gulan Botan-Şevin Şervan/ JINHA

GIRÊ SIPÎ - Fermandara YPJ'ê Evîndar Efrîn êrîşê çeteyan a hember Girê Spî nirxand û diyar kir ku êrîş bi alîgiriya AKP û PDK'ê pêk tên û wiha got, "Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hat avakirin. Ên ku bi çavê xiyanetê lê binêre ronahiyê çavê me be jî em ê çavên wan derînin. Em amede ne û dikarin bersivên herî xurt jî bidin. Wê ji hatina xwe jî pîşman bibin."

Êrîşên çeteyan a hember Rojava didome û ji gelek dîmen û belgeyan derket holê ku ev êrîş bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên. Girê Spî a girêdayî Kobanê ku berî çend mehan xweseriya xwe îlan kiribû, êrîşê çeteyan ser bajêr didome. Fermandara YPJ'ê Evîndar Efrîn derbarê êrîşan de nirxandin kir û destnîşan kir ku li pişt êrîşên ser Girê Spî AKP û PDK'ê heye.

'Tirkiyê û PDK'ê piştgirî didin çeteyan'

Evîndar da zanîn ku êrîşên Herêma Kurdistanê yên hember Girê Spî dervî ehlaqe û wiha got, "Dewleta Tirk heya dawiyê piştgiriya xwe da çeteyan. Divê bê zanîn ku em ne alîgirê şerin. Eger êrîş wiha bidome em ê bêdeng nemînin. PDK'ê dibêje 'em Kurd tev yekin' wê demê çima helwestên wiha nîşan dide. Hevkariya ku bi dewleta Tirk re dike dervî ehlaqe û dijmintiyek a li hember xwe ye. Pêkanînên wan û çeteyên DAIŞ'ê yeke ji bona me farqa wan ji hev nemaye."

'AKP'ê wê di xeyalên ku avakiriye de bifetise'

Evîndar destnîşan kir ku şoreşa Rojava bi berdêlên mezin hatiye avakirin û wiha domand, "Li vir ligel têkoşîna me a li hember çeteyên DAIŞ'ê em jiyana xwe ji nûde înşa dikin. AKP'ê xeyalê ketina Rojava dike. Lê wê di xeyalên xwe de bifetise bila vê ji bîrneke. Gelê Kurd ne gelê berê ye. Ev gel êdî îxanetê ranake. Li hember êrîşan em naxwazin raste rast bersiv bidin. Şervanên YPG/YPJ'ê dema wê were dê bersiv bide. Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hat avakirin. Ên ku bi çavê xiyanetê lê binêre ronahiyê çavê me be jî em ê çavên wan derînin. Em amede ne û dikarin bersivên herî xurt jî bidin. Wê ji hatina xwe jî pîşman bibin."

'Divê em berxwedana xwe li tevahî cîhanê belav bikin'

Evîndar di dawiyê de qetilkirina gelê sivîl ya bakûrê Kurdistan jî şer mezar kir û wiha pêde çû, "Em ê heya dawiyê li ba gelê xwe bin, berdêla wê çi dibe bila bibe em amedene. Gelê me êdî gelek zanaye, ne gelek ku were xapandine. Tevahî cîhan bi ser mede were jî em ê heya dawî li ber xwe bidin. Berxwedana gelê me yê bakûrê Kurdistanê jî berxwedanek pîroze û heya dawî em piştgiriya berxwedanê wan dikin. Ev berxwedan dê bibe berxwedana azadiyê û di heman demê de dê bibe azadiya Rêber Apo. Ji ber vê divê gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistanê rabe ser piyan û berxwedanê mezin bike. Divê em berxwedana xwe li tevahî cîhanê belav bikin."

(rc)