Têkoşîna Sakine, Leyla, Fidan, Sêvê, Pakize û Fatma: Duh, îro û sibê
09:09
Ceren Karlıdag\ JINHA
STENBOL- Sakine, Leyla, Fidan, Sêvê, Pakize û Fatma… Tevgera jinên kurd pêşengên jiyana nû ne. Aktîvîsta KJA yê Ayşe Berktay diyar kir ku jinên nûnerên sê nifşan tekoşîna azadiyê ya duh, îro û sibê ye.
Li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Paytexta Fransa Parisê Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parisê Fidan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewrupayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya sala 2013'an de qetilkirin. Di 4'ê Çile de li Silopiya sê jinên siyasetmendarên kurd Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar jî bi heman şêweyî qetilkirin. Aktîvîsta KJA yê Ayşe Berktay jiyana jinên şoreşger a tejî tekoşîn vegot.
'Bê sekin tekoşîn berdewam kir'
Ayşe Berktay destnişan kır ku Sakine, Fidan û Leyla di nava tevgera jinên kurd û tekoşîna azadiyê de sê nifşin û wiha domand: "Di rastiyê de dîroka tevgera jinên kurd, duh û dahatoya wan hedef girtibûn. Heval Sakine avakara tevahî tevgerê bû, bi sekna xwe ya hêzdar û tekoşîna xwe ya di herêmê civakî de pêşengî dikir. Di lêgerên wê yên hem di nava civakê de û hem jî bi xwe re şer kirinê rê li pêşiya pêşketinan vedikir û rolek pêşengiyê dida wê. Ew bi jiyana xwe ya nimuneyî mînakbû. Heval Fidan jî di qada siyasî de kesayetek di hat naskirin û her kesê jêre rêz digirt. Fidan xwediyê ked û berxwedanek mezin bû, bi wê xebata xwe li gelek deverên derveyî kurdan jî xwe dabû nasîn. Heval Leyla jî di nava baskê ciwana de xwediyê rolek pêşengiyêbû. Di encamê de her sê hevalên me temenê xwe dabûn tekoşînê û li hemberî deshilatiya mêran tawîz nedidan."
'Komkujiya Parisê ya duyemîn…'
Ayşe qetilkirina Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar weke duyemîn komkujiya Parisê binavkir û wiha berdewam kir, "Demboriya tekoşîna Sêvê û Fatma heye. Pakize Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê bû. Her sêyan bi hev re nûneriya hemû duh, îro û sibê dikirin. Ew heval di rojên herî teng de ji bo berdewamkirina berxwedanê rêxistina jinan mezin kirin û jin li jiyanê xwedî derketin. Ev bêgoman duyemîn komkujiya Parisêye. Ji ber ku di destê wan de çek nebû. Li wêderê dema ku bi derdê jinan re mijul dibûn û jin bi jiyanê ve didan girêsan hedef hatin girtin."
'Vina jinan bingeh girtin'
Ayşe bilêv kir ku her sê jin li her qada jiyanê bûn û wiha dom kir, "Ew hevalên me li wê di nava gel de pêşengiya siyaseta demokratîk dikirin. Ji xwe siyaseta demokratîk eve, di nava rêveberiyên cewherî de hêza jinê tê dîtin. Her sê hevalên me li wê nûneriya hêza jinan a pêşengiyê dikirin. Hevalên me ji bo me çî mîras hêla? Beriya her tiştî diristbûn ji bo me hêlan, ji ber ewana li hember xwe û rêxistinê gelek ji dil û diristbûn. Di serî de Sakine her dem bi xwe re di nava şerekêdebûye. Rexne û rexnedan bingeh digirit û mafê wê didayê. Em di jiyana xwe de gelek mînakên bandorbûna wê dibînin. Me tekoşîn û serhildêriya Sakine ya li hember jiyanê dît. Di qadan de felsefeya 'Berxwedan jiyane' rewşa jiyana wan a şînbere. Heta pergala hevserokatiyê deskeftiyên me yên şînberin bi berxwedanê hatine destxistin. Li her qadê êrî pergala hevserokatiyê û nûneriya wekhev heye."
'Windakirina hevalên me ne windahiye despêkeke…'
Ayşe di dawiyê de wiha got: "Ev hevalên me di qata siyasetê de hevalên bihêz û berxwedêrbûn. Ji bo xwedîderketina hevalên xwe divê em hamleyek a rêxistinkirin û berxwedanê bidin despêkirin. Divê em awayê qetilkirina wan vegerînin hemleya berxwedanê. Divê em jinên cîhanê hîn zêdetir nêzî hev bibin û berxwedanê mezin bikin. Divê em hemû jin bên bahev û li hemberî deshilatiya mêran hamleya azadiyê bidin despêkirin. Windakirina her hevalek me weke parçeyek ji canê me ne windahiye, ew xeta tekoşînê ne. Ji bilindkirina xeta berxwedanê zêdetir çara me nîne. Emê xwedîderketina wan bi vî awayî bidin nîşandan."
(zt)