Jinên Erzerom bi hilberînê hember serdema entustrî têdikoşin
09:20
JINHA
ERZEROM - Li Erzerom jin bi hilberîn, neqiş û kedê desta hember serdema endustrî têdikoşin. Ji jinan Zehra Turan atolya neqşê avakirine û bi kedê destên xwe pêdiviyên jiyanê pêşwazî dikin û wiha bang li jinan kir, "Divê tevahî jin ser piyên xwe bisekinin û li her qadê jiyanê tevlî xebatê bibin."
Li semta Palandoken ya Erzeromê atolya ku bi destê jinan hatî avakirin bi salane jin bi afrîneriya xwe neqiş, patîk, desmal, tentene cîhanek rengîn li dora xwe avadikin. Di atolyê de tenê 6 jin dixebitin. Jin hem afrîneriyên xwe yê hilberînê pêşdixin hem jî aboriya xwe yê xweser îlan dikin. Ji xebatkarê atolya Zehra Turan diyar kir ku li cihek wek bajarê Erzeromê xebitîn hêz dide wê û wiha got, "11 salin ez vî karî dikim. 11 salin bi keda xwe hewldidim hilberînê bikim û xwe mûhtacê ti kesî nekim. Êdî ez bêy ku pere ji kesek bistînim jiyana xwe bi rêvedibim."
'Civaka vir civakek girtiye'
Zehra destnîşan kir ku li Erzeromê derfetên ku jin navde bixebite kême û wiha got, "Civaka vir civakek girtiye. Ligel vê yekê xebatîn û xwerêveberin her roja ku diçe ez hêzek mezintir digrim. Em li vir 6 jin dixebitin. Em neqiş, patîk, desmal, tentene çêdikin û difroşin. Ji ber hilberîn û kedê deste xwedî qîmeteke û ev yek hêvî dide me. Ev dibe sedem em zêdetir bi karê xwe ve bên girêdan."
'Em divê bikevin ferqa hebûna xwe'
Zehra anî ziman ku jin dikarin hev fêmbikin ji ber vê divê piştgirî bidin hev û wiha domand, "Yê ku jinê fêmbike cardin jine. Ji ber vê wek jin xebitîn hêzdide û rihetiyek avadike. Li aliyê didin mêr ji xwe dikarin li her derî bixebitin ango kar bibînin. Yê herî kêm em wek jin li vir dest bidin destê hev. Jin ger bixwaze dikare aboriya xwe avabike. Jin hebûnek dikare afrînerî pêk bînê ye. Banga min ji jinan re ew e ku ew jî di atolyên wiha de bên ba hev û xwe mûhtacê tu kes nebînin."
(rc)