Di roja rojnamevanan de nûçegihanê DÎHA hat binçavkirin

10:02

JINHA

MÊRDÎN - Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mêrdînê Murat Verîm li Kerboranê hate binçavkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku qedexeya derketina kolanan piştî 19 rojan hate rakirin piştre jî operasyonên binçavkirinê dest pê kir. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mêrdînê Murat Verîm û welatiyên bi navê Îrfan Yakut û Abdurrahman Oktir di encama serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirinan nehat hînbûn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan Kerboranê.

(rc)