Komkujiya Parîsê li Hewlêrê hat bîranîn

10:38

JINHA

HEWLÊR - Li Hewlêrê duh bi boneya 3. salvegera sê jinên têkoşer semînerek hat li darixstin.

Duh saet 14.00’ê li salona Rewşenbîrî ya nêzî radiyoya Newroz a Hewlêrê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’ê de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi semînerekê hatin bîranîn. Semîner a bi dirûşmeya "Têkoşîna Sakîne dengê azadiya jina Kurd e" hat lidarxistin, di heman demê de sê jinên siyasetmedar ên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên 4’ê Çile de li Silopî hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn.

Semîner ku bi dehan kes tevlî bibûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Di semînerê de ku endama RJAK’ê Tara Hisên axivî, bal kişand ser têkoşîna Sakîne Cansiz di şoreşa gelê Kurd de û got, “Eger têkoşîna Sakîneyan nebûya îro li kurdistanê jin di hemî qadên civakê de pêşengî nedikr. Hevala Sakîne Cansiz di hemû jiyana xwe de timî ji bo hevalên xwe pêşeng bû.Timî ji bo şoreşa jinan serkêşî dikir. Şahadeta Sakîne Cansiz ji bo gelê Kurd û teybetî jî jina Kurd windahiyek mezin bû.”

Tara jinên siyasetmedar yên li Silopî hatine qetilkirin jî bibîrxist û wiha got, "Ên ku Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin heman kesan bi heman zihiniyetê Sêvê, Pakîze û Fatma qetil kirin. Eger hesabê komkujiya parîsê hatiba pirsîn wê komkujiya Silopî pêk nehatiba."Herweha di semînerê de parêzera jin Naz Silêman kû heftiyek beriya niha ji aliye kesên nediyar ve bi awayek hovane li navenda bajêrê Hewlêrê hatbû qetil kirin jî hate bi bîrxistin.

Piştî axaftina Tara Hisên sînevîzyona li ser jiyana Sakîna Cansiz hatî amadekirin hat nîşandan.

(şb/rc)