Jin ji bo meşa 'dorpêça mirinê rabe' ketin rê

10:56

JINHA

STENBOL - Meşa ku wê bi dirûşemeya "Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimre, bila dorpêça mirinê rabe" bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad li Şirnexê darbixin, gelek jin ji bo meşê ji Enqerê, Stenbolê û bajarên din ketin rê.

KJA'yê bi armanca bê rêziyên ku li Sûr, Silopî û Cizîrê tê pêk anîn û destûra nedayîna veşartina cenazeyan bi dirûşmeya "Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimre, bila dorpêça mirinê rabe" sibê wê li Şirnexê meşek li dar bixin. Ser banga KJA'yê gelek jin ji Stenbol, Enqere û bajarên din piştgirî didin.

Koordînasyona KJA'yê a Stenbolê diyar kir ku ji sê herêmên Stenbolê jin ji bo ku piştgirî bidin meşa Şirnexê bi rêketine. Jinên ku di rêde rastî qontrola nasnameyan hatin, riya xwe didomînin. Ji bo meşa ku wê sibê li Şirnexê were lidarxistin jin ji Enqerê û Îzmîrê, her wiha ji gelek bajarên din ketin rê.

Jinên ku sibê li Amedê bighên hev wê ser riyê Êlih û Sêrtê re biçin Şirnexê.

(rc)