Li Cizîrê 2 welatiyên din hatin qetilkirin
11:04
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel di roja 28'emîn de yebi şev jî tîmên taybet û leşkeran xwestin bikevin taxan û YPS'ê bersiv da êrîş û hewldanên ketina taxan. Piştî pevçûnê leşker û polîsan gule reşandin û di encamê de ciwanê bi navê Şûkrû Coşkun û Nebî Kaplan hatin qetil kirin. Hat hînbûn ku welatiyên xwastine cenazeyê her du ciwanan jî rakin rastî êrîşa hatine.
Li navçeya Cizîra Şirnexê li dijî êrîşên dewletê berxwedana gel di roja 28'emîn de ye. Gel li dijî êrîşa tank, top û çekên girtan berxwedana xwe didomîne, li navçeyê duh bi şev jî li pavçeyê pevçûn qewimî. Ji girê Cahferî Sadik, ji girê Dibistana Seretayî ya Saît Atak û herêma Çarkendalê leşker û polîsan xwesti ji sê aliyan bikevin taxan û bênavber tax topebaran kirin, bi çekên giran jî tax hatin gulebarankirin.
Leşker û polîsên ji 3 noqteyan xwestin bikevin taxa Cûdiyê, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bersiv da hewldana ketina taxan û pevçûn derket. Hate hinbûn ku leşker û polîsên ku mirine hene. Li kolana Mezbahaneyê leşker û polîsan tax rasterast gulebaran kirin û di encama vê de welatiyên bi navê Şukru Coşkun û Nebî Kaplan hatin qetilkirin. Ji ber pevçûnan cenaze nikarin bên wergirtin. Piştî berxwedana hêzên YPS'ê hêzên dewletê careke vekişiyan giran. topebarana bi tankan berdewam dike.
Tîmên taybet ên ku li Otela Mem û Zîn , Dersxaneyên Ugur ên li ser cadeya Yafesê hatine bicihkirin jî taxa Nûrê topebaran dikin.
(rc)