Cizîr bû Kobanê, Kobanê jî bu Cizîr
11:36
JINHA
Asya Tekîn- Asmîn Bayram
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê berxwedana gel li hember êrîşê hêzên dewletê di roja 28'an de berdewam dike û ligel hemû êrîş ken û hêviyê mirovan kêm nabe. Nahîde Arzuman ji Taxa Cudî a ku di bin êrîşa giran de ye wiha got, "Cizîr dilê Kurdistanê ye, dilê bi hezaran mirov niha ji bo Cizîrê lêdide. Kobanê çawan neket Cizîr jî wê nekeve."
Li navçeya Cizîra Şirnexê berxwedana gel li hember dorpêç û êrîşan di roja 28'an de berdewam dike. Navçeya ku di bin êrîşa hêzên dewletê yê giran de ye, ken û hêvî ji rûyê mirovan kêm nabe. Jinên Cizîrê ên ku dibêjin "Em li hember tang û topên dewletê bi dilê xwe berxwedidin" ligel ku xanî ji êrîşan hilweşiya ye dibêjin ku ew ê kolanên xwe terk nekin.
Bila Serokwezîr bê em xwedî li wî derên
Nahîde Arzuman a ku dibêje "Ez bang li medya Tirkyê a ku hesiyet, namûs û şerefa xwe firotiye dikim" wiha dirêjî dide gotina xwe, "Pêkanînên ku li Cizîr tê kirin eger ji malbat û zarokên wan re hatiba kirin wê wiha bêdeng mabana. Serokwezîr dibêje 'ez ê xwedî li mileta xwe derêm' bila were xwedî li me derê. Di demek nêzde ew qasra ku bi xwîna Kurdan avakirine wê ser serê wan de hilweşe. Wekî ku dibînin em hîna li Cizîrê ne. Cizîr dilê Kurdistanê ye, dilê bi hezaran mirov niha ji bo Cizîrê lêdide. Kobanê çawan neket Cizîr jî wê nekeve."
Em êdî aştî naxwazin
Nahîde wiha domand, " Me digot aştî lê aştî jî qediya. Piştî rijîna ewqas xwîn em ê cardin nebêjin aştî. Ji bo xwedî li berxwedana gelê Cizîrê bê derketin divê gel dakevin qadan û çalakî pêk bînin. Eger em li vir ji ber dengê bombeyan guhê xwe digrin û ew jî di nava nivînê xwede bê xem rakevin, bila nebêjin em mirovin û qala wekheviyê nekin. Em êdî aştiyê naxwezin. Coşa gel mezine û ken ji rûyê wan kêm nabe. Ew çiqas bi ser mede bên em ê ewqas bi hêz bibin. Heya li Cizîrê yek kes jî bimîne em ê li berxwe bidin."
Em gelê Cizîrê li virin û neçûne cihek din
Bahar Katlanç jî got, "Ev 28 rojin em li hember tang û topan li berxwedidin. Em li Cizîrê di malên xwede ne, heya dilopê xwîna xwe yê dawî jî em ê li berxwebidin. Gelê me ên ku ji malê xwe çûne jî bila cardin vegerin. Bila kes neçe cihek din evder axên meye. Em gelê Cizîrê li virin û em ê neçin cihek din."
Bahar di berdewamiya axaftina xwede anî ziman ku ew ê bi bîranîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar yên ku li Silopî hatine qetilkirin girêdayî bimînin û wiha pêde çû, "Em ê bi serbikevin. Ji ber qetilkirina hersê jinan gel li Silopî, Cizîr û Nisêbînê xemgînbûn, ew ê girêday bîranîna wan bin."
(rc)