Tecrîd tê wateya qetil kirina jinan

13:50

JINHA

AMED - Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik sirgûn kirina du girtiyên li Grava Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Ceylan got ku wateya van pêkanînan asteng kirina perspektîfa jiyana bi hev re ye.

Bi PKK'ê Abdullah Ocalan ji tîrmeha 2011’an nikare bi parêzerên xwe re û ji nîsana 2015’an vir ve jî bi Heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtin pêk bîne. Herî dawî Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ê ku ji bo sekreteriya Abdullah Ocalan bikin anîbûn Grava Îmraliyê jî bêyî ku kesekî agahdar bikin sirgûnî girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin. Endma Koordînasyona KJA’yê û Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik der barê sirgûn kirina du girtiyan, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdsitanê bi taybetî jî yên ser jinan nirxand.

Ceylan Bagriyanik da zanîn ku du girtiyên ji Îmraliyê hatine sirgûnkirin bi rasthatineke hînbûne û diyar kir ku piştî sirgûn kirina her du girtiyan parêzeran ji bo hevdîtinê serî li girtîgeha Sîlîvriyê daye lê ev daxwaz ji aliyê rayedaran hatiye redkirin, rayedarên wezaretê jî ev sirgûn kirin wekî rewşeke ji rêzeye ragihandine. Ceylan anî ziman ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş di encama mutabaqatek de li Îmraliyê bi cih bûbûn û wiha got: “Kuran û Arkaş li ser biryara dewletê û rayedaran hatibûn Îmaliyê. Bê vîna wan sewkî girtîgeha Sîlîvriyê kirine. Bêyî ku malbat, parêzer û heyet agahdar bikin hatine sirgûnkirin. Ev sirgûn kirin li hemberî perspektîfa Rêber Apo ya bi hev re jiyana gelê Tirkiye û Kurdistanê ye. Em wekî KJA’yê vê pêkanînê êrîşa li hemberî hedefa ku gelên bi hev re di nav aştî û azadî dê bijiyana dinirxînin.”

Ceyalan da xuyand ku ev pêkanîn li hemberî mudaxeleyeke pêvojoyeyê û wiha pê de çû: “Em vê pêkanînê ji rêzê nabînin. Em ê li hemberî van pêkanînan bi sekinin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav şertên zor de ji bo jin azad bibin têkoşiya û em jin jî ji bo fikrên wî têkevin meriyetê em ê têkoşîna xwe pêş bixin. Em ê bi têkoşîna xwe pergala netewe demokratîk pêk bînin. Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê dê herî dawiyê vegerin ser pêvajoya muzakereyan û dê vîn û azadiya Rêber Apo bipejirînin.”

Ceylan destnîşan kir ku ew ê heta Rêber Apo azad bibe têbikoşin û wiha axivî: “ Em wekî KJA’yê bi biryarin ku ji bo Rêber Apo azad bikin têkoşîna xwe bidomînin. Kesek nikare me ji vê biryara me vegerîne. Ev êrîşa li ser Rêberê me ji aliyê qesrê û hikûmeta AKP’ê ve tê pêşxistin. Dixwazin berxwedana Rêberê me bişikînin. Di nav tecrîdê tecrîd pêk tînin. Em ê li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe bilind bikin. Ev tecrîda li ser Rêber Apo li ser gelê kurde. Ev tecrîd li hemberî pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ev pêkanîn dê bi xwe re pirsgirêkan kûrtir bike û dê her kes jê bi bandor bibe. Hikûmeta AKP’ê bi agir dilîze û dê dawiya xwe bîne.”

Ceylan bi lêv kir ku tiştên îro li Sûrê, Cizîrê, Silopî û Kerboranê pêk tên girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêber Apo ve heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro komkujiyên li Kurdistanê pêk tên girêdana xwe bi tecrîdê heye. Nahêlin em cenazeyên xwe bigirin. Qetlîam li ser jinan tê meşandin. Dewleta tirk di konsepta xwe ya şer de israr dike. Lê gelê kurd jî dê li hemberî van polîtîkayên qirêj têkoşîna xwe bilind bikin û dê bi ser bi kevin."

(fk/rc)