Li Wanê komkujî: 12 ciwan hatin înfazkirin

13:57

JINHA

WAN - Li navçeya Wan Artemêtanê, polîsên tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malekê. 12 ciwanên 18-25 salî yên li vê malê de bûn, hatin înfazkirin. Hat ragihandin, ku piraniya ciwanên hatine înfazkirin, bi guleya li serê wan ketî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî şahidên bûyerê, kincên sivîl li ciwanên li malekê de bûn û piştî bûyerê bi tenê çekek kalaşnîkovê li ser cenazeyan hat dîtin. Guman hene ku polîsan ev çek danîne ser cenazeyan.

Li navçeya Wan Artemêtanê, polîsên tîmên taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser maleke ji du qatan a li pêşberî Parka Kocaelî ya Yenî Mahaleyê. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatin wergirtin, serdegirtin danê sibehê saet di 05:00 de pêk hat. Hat ragihandin ku ji maşîna zirxî ya bi tîma Kobra gule li malê hatiye reşandin. Di dema serdegirtinê de ketin û derketina taxê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Piştî serdegirtina ku 2 saetan dewam kir, gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.

Cenazeyên 12 kesên di serdegirtinê de jiyana xwe ji dest dan rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzucu Yil a Wanê. Hat ragihandin ku cenazeyên li morga nexweşxaneyê ne, yên ciwanên 18-25 salî ne. Li gorî agahiyan, piraniya 12 ciwanên hatin înfazkirin, bi guleyên li serê wan ketî jiyana xwe ji dest da, ciwanek jî bi guleya li zikê wî ketî jiyana xwe ji dest da.

Şahidên bûyerê diyar kirin, ku li ser ciwanên li malê kincên sivîl hebûn û piştî serdegirtinê bi tenê çekek kalaşnîkovê li ser cenazeyan hat dîtin. Guman hene ku polîsan ev çek danîne ser cenazeyan. Halbûkî Walîtiya Tirk gotibû '12 endamên rêxistinê hatine kuştin'.

Polîsên Tirk her wiha hemû wesayîtên ji Artemêtanê tên Wanê asteng dikin. Li kolanên ehrî qelebalix ên bajêr Cûmhûriyet û Maraşê, gelek polîs bi cih bûne. Di vê navberê de li gorî daxuyaniya Walîtiyê, polîsekî Tirk miriye, 2 polîs jî birîndar bûne.

Parlametnerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan der barê mijarê de axivî û anî ziman ku 12 cenaze rakirine morga nexweşxaneyê û yên ciwanên 18-25 salî ne. Lezgîn diyar kir ku piraniya ciwanên jiyana xwe ji dest dane, gule li serê wan ketine û destnîşan kir, ku ev bûyer ne şer e, înfaz e. Lezgîn Botan da xuyakirin ku cihê bûyerê û nexweşxane bi temamî hatine dorpêçkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî got, "Yek ne di nav de, hemû ciwan bi guleya li serî ketî jiyana xwe ji dest dane. Yên jiyana xwe ji dest dane hemû ciwan in û kincên sivîl li wan in. Yên cenaze dîtin ev ji me re gotin. Di şerekî de gule bi tenê li serê her kesî nakeve. Tiştekî bi vî rengî ne pêkan e. Bûyera qewimiye, înfaz e. Nexweşxane vala kirin. Nexweşxane bi temamî hatiye dorpêçkirin."

(rc)