Vê carê cenazeyê Taybet revandin!
14:09
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên welatiyên ku li Cizîr û Sîlopiyê hatin qetilkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê Şirnexê 6 cenaze ligel ku ruhsata definkirinê hebû jî duh bi şev ji aliyê polîsan ve hatin revandin û birin Sîlopî û Cizîrê. Di nava cenazeyên ku hatin revandin de cenazeyê Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ji ber êrîşan nehat wergirtin jî heye.
Li navçeya Sîlopî û Cizîrê yên Şirnexê ku di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 6 cenaze duh êvarê ji aliyê polîsan ve hate revandin û birin Cizîr û Sîlopiyê. Cenazeyê Taybet Înan û Yusuf Înan birin Sîlopiyê; cenazeyên Dogan Îşî (18), Ferdî Kalkan (20), Haci Ozdal (23) û Abdulmecît Yanik (27) jî hate hinbûn ku birine Cizîrê lê li kû derê tên rawestandin nayê zanîn. Hate hinbûn ku cenaze teslîmî qaymeqamiyên Cizîr û Sîlopiyê hatine kirin. Li ber cenazeyê parlamenterên HDP'ê û malbatên ku li benda cenazeyan bûn li hemberî rewşê nerazîbûn nîşan dan li ser vê yekê rageşî derket. Ev pêkanîn tê fikirin ku li ser guhertina rêziknameya Saziya Tiba Edlî hatiye kirin.
Duh êvarê jî malbat ji bo 10 cenazeyên li nexweşxaneyê bigirin 4 saet liber nexweşxaneyê sekinîn jibilî cenazeyên Taybet Înan û Yusuf Înan cenazeyên Azîz Yural, Çetîn Taşer, Fatma Uyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Nîdar Sumer, Halîs Sumer, Lutfu Aksoy hatibûn wergirtin û biribûn depoya sarincê ya ku Şaredariya Şirnexê eyar kiriye.
(rc)