Gireva birçîbunê ya malbatên cenazê xwe negirtine berdewam dike

14:10

JINHA

AMED - Gireva birçîbûnê ya malbatên ku cenazeyê zarokên wan li Surê dibin dorpêçê de li kolanê ne li Şaxa İHD'ê berdewam dike.

Li navçeya Sura Amedê êrîş û dorpêça hêzên dewletê di roja 40'an de berdewam dike. Li nava Surê di 23'ê yê kanûnê de Îsa Oran û Mesut sevîktek û 30'ê kanunê Ramazan Ogut hatin katilkirin. Ji wê demê heya niha cenazê wan li kolanên Surê dibin dorpêçêde dimînin. Ji bo girtina cenazeyan malbatan Li Şaxan ÎHD'a Amedê dest bi gireva birçîbûnê kirine. Malbatên ku di roja 9'an de girevabirçîbûnê berdewam dikin dibêjin; "Heya em cenazê zarokên xwe negirin emê dest ji gireva birçîbûnê bernedin.

Malbatên ku serî li dozgeriyê dan diyar kirin ku wan ti bersivên erênî negirtine.

Li cihê girevê welatî malbatan bi tenê nahêlin û ziyaretên xwe berdewam dikin.

(zt)