Li Cizîrê îro hijmara kesên hatin qetilkirin gihişt 3 yan
14:38
JINHA
ŞIRNEX - Di êrîşên hêzên dewletê yên ser taxên berxwedanê yên Cizîrê de welatiyê bi navê Ahmet Zirig bi guleya li situyê wî ket jiyana xwe jidest da. Li gel Ahmet hijmara kesên îro li Cizîrê hatin qetilkirin gihişt 3 yan. Ciwanê 17 saliyê bi navê Haci Elçi jî birîndarbû, hat zanîn ku Hacî bi halê xwe yê birîndar li kolanê ye. Dema ku zarokek birîndar rakirin nexweşxanê jî jiyana xwe jidest da.
Dibin dorpêçê de êrîşên hêzên dewletê ser Cizîrê berdwam dikin. Di gulebaranê de li Taxa Cudî welatiyê bi navê Ahmet Zirig bi guleya li situyê wî ket hat qetilkirin. Ji ber ku abolans nikarin têkevin taxan cenazê Ahmet li kolanêye. Hat zanîn ku Ahmet zewicî û nûnerê Şaxa MEYA-DER'ê Cizîrê yê berêye.
Di saetên sibê de dema ku hêzên dewletê xwestin ji aliyê Kolana Mezbahane ve têkevin Taxa Cudî, di êrîşan de paşde çun li nava taxê raste rast welatî gulebaran kirin. Di gulebaranê de welatiyên bi navê Şukru Coşkun û Nebi Kaplan hatin qetilkirin. Ji ber dorpêç û êrîşan hîna cenazê her du welatiyan li erdê ye. Welatiyên ku xwestin cenazeyan ji kolanê rakin jî rastî gulebarana polîsan hatin.
Li Taxa Yafesê jî cenazê wlatiyê astengdar Haci Tongut ê 32 salî hat dîtin.
Li Cizîrê îro hijmara kesên hatin qetilkirin gihişt 3 yan
Li Taxa Nur zarokên 17 saliyê bi navê Haci Elçi yê astengdar ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku ji ber zarokê astengdar li kolanê maye û abolans nekariye têkeve taxê û zarok rakr nexweşxanê jiyana xwe jidest daye.
Li aliyê dinê jî hat zanîn ku zarokên 14 sali Selahattin Gunduz ê duh ji zigê xwe birîndarbû û rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve tedawiya wî hat asteng kirin û ew girtin binçavan. Zarokê girtin binçavan birin Şaxa Zarokan a Muduriyeta Şirnexê.
Cenazê du ciwanên bi navê Murat Ekinci (22) û Murat Egul (24) ên dema topa hewanê bi malê ketî û têde hatine qetilkirin jî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
(at-ab/zt)