Dewlet dê 4 cenazeyan bi korsanî veşêre!
14:38
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bê agahiyê malbatan hatine revandin, 4 jê polîsan radestî Qaymeqemtiya Cizîrê kiriye. Pêwîrdarên qaymeqemê agahî dan malbatan û gotin, "Em cenazeyên we vedişêrin, yek kes ji we dikare bê." Li ser redkirina malbatê cenaze dê bi aweyek korsanî vên veşartin.
Li navçeya Sîlopî û Cizîrê yên Şirnexê ku di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 6 cenaze duh êvarê ji aliyê polîsan ve hate revandin û birin Cizîr û Sîlopiyê. Cenazeyê Dogan Îşî (18), Ferdî Kalkan (20), Haci Ozdal (23) û Abdulmecît Yanik (27) ên ku ji Cizîrê hatine revandin radestî qaymeqemtiyê kirine. Pêwîrdarên qaymeqemiyê li malbatan girîne û ev tişt gotine, "Cenazeyên we dê li goristana Taxên Yasefê bên defin kirin. Ji malbatê yek dikare were."
Malbat bertek li hember revandina cenazeyan nîşan dan û vê yekê qebûl nekirin. Kesên ku li malbatan gerîne wiha gotin, "Eger hûn neyên hûnê cenazeyên xwe nebînin." Hayê malbatan ji cenazeyan nîne.
Li aliyê din cenazeyê Taybet Înan û Yusuf Înan ên ku hatine revandin nayê zanîn ka bi kude ve birine û agahiyê malbatê jî ji wan nîne.
(rc)