'Devletê cenazeyên me revandin'
14:39
JINHA
ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Tugrul diyar kir ku dewletê 6 cenazeyên wan ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê revandine û heta niha tu agahî ji cenazeyan negirtine
Têkildarî revandina 6 cenazeyên di êrîşên tevkujiyê yên li Cizîr û Silopiyê de hatibûn qetilkirin, li ber Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê daxuyanî hate dayîn. Parlementerên HDP'ê Mahmut Tugrul, Leyla Bîrlîk, Muslum Dogan û xwediyên cenazeyan tev li daxuyaniyê bûn. Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Tugrul diyar kir ku AKP'ê têkildarî revandina cenazeyan rêziknameyek derxistiye û wiha got: "Li gorî vê rêziknameyê şaredarî di nav 3 rojan de cenazeyan negire dê walî û qaymeqam defin bikin. Duh şaredariya me cenazeyê 8 kesan girt û li depoya hewayê sar bi cih kir. Lê cenazeyên din bi boneya kaxeza definkirinê amade nebû, diviya îro bihatina girtin. Duh 15 cenaze li nexweşxaneyê hebûn. 8 hatin girtin û 7 mabûn. Ji cenazeyên mayîn 4 ji wan şandine Qaymeqamiya Cizîrê. Niha li wir rehîn in. 2 cenaze jî birine Silopiyê. Lê em nizanin ka likû tên girtin."
‘Dewletê cenaze revandin'
Mahmut da zanîn ku nizanin ka cenaze li kû tên girtin û ev tişt anîn ziman: "Malbat di serî de fikar bûn ku dewlet dê cenazeyên wan birevîne. Ji bo wê malbatan xwest cenazeyên xwe bigirin. Lê duh gelek zehmetî û astengî derxistin. Keça Taybet Înan duh xwest cenaze bigire, lê bi boneya kaxeza definkirinê li cem birê wê ye û ew li gund e, cenaze nedan. Diviya îro bigirta. Lê me bihîst ku cenaze revandine. Niha qaymeqamê Cizîrê 4 cenaze rehîne girtine û dibêje ku ew dê defin bikin. Lê li kû û çawa dê defin bikin, em nizanin. Tişta em dizanin dewletê niha cenaze revandine."
Sekna wekîl û malbatan a li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê didome.
(ekîb/eb/rc)