DKY: Tekoşîna Sêvê ya biromet mîrasa meye

14:58

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ji bo qetilkirina Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar peyama sersaxiyê ji KJA yê re şand.

4'emîn Meşa Jinên Cîhanê di 8'ê Adara sala 2015'an de ji Nisêbîna Mêrdînê despêkiribû. Ji gelek welatên cîhanê jin beşdarî meşê bûn. Meşa ku ji Bakurê Kurdistanê despêkirî paşê li bajarên Tirkiyê û gelek deverên cîhanê berdewam kir. Jinên li çar aliyê cîhanê dema ku bihîstin Endama Desteya Rêveberiya KJA û Endama Meclisa Partiya DBP'ê Sêvê Demir ya di organîzeya meşê de cihê xwe girtî hat qetilkirin ji bo KJA yê peyama sersaxiyê şandin.

'Dê mîrasa tekoşîna jinan berdewam bike'

Jinên ji Filipin heya Îtalya, ji Fransa heya Portekizê gotin: "Sêvê û jinên ku di tekoşîna wê ya rometê de cîh digirin feministên rastin ên tekoşîna jinanin. Em jinên ji bo azadiya gelê kurd û azadiya jinan bi qehremanî li ber xwe didin silav dikin. Em soza bilindkirina tekoşîna jinên berxwedêr didin."

Jinan di kesayeta jinên Nisêbînê de ji bo hemû malbatan sersaxî xwestin.

Yên peyam şandine:

"Ji Filipinê Princess Nemenzo, Walden Ballo û Jean Enriquez, ji Fransa Judite Fernandes, ji İtalya Nadia de Monde, ji Portekizê Vania Martins û Parelemtoya Portekiz ê."

(zt)