Li Rojava bi hezaran daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:33
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Bi hezaran pêkhateyên Kantona Cizîrê komkujiya Silopî şermezar kirin.
Bi armanca şermezarkirina komkujiya her sê jinên têkoşer yê li bajarê Silopî, bi hezaran welatî ên Kantona Cizîrê li bajarê Girkê Legê meş pêk anîn. Di meşa girseyî de Endamên Rêveberiya Kantona Cizîrê, pêkhatiyên kurd Ereb Suriyan, endamên saziyên Rêveberiya xweser û gelek welatî ji bajarên cuda tevlî meşê bûn. Di meşê de girse bi dirûşmeyê "Bijî berxwedana bakûr" û "Jin jiyan azadî" hat berzkirin û alên Rêxistina Yekîtiya Star, PYD û TEV-DEM'ê hatin hildan û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşa Rojava hatin vekirin. Di meşê de jinan diyar kirin ku heya dawiyê ew ê li hember kiryarên hovane ew ê têkoşîna xwe bidomînin û li berxwebidin. Jinan her wiha gotin gelê bakûrê Kurdistan ne bi tenê ne heya dawî ew ê piştgiriya berxwedanê bikin.
(ja-sş/rc)