Jinên Rojava berxwedana bakûrê Kurdistan silav kirin
15:58
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Çalakiya pişevaniya ligel berxwedana bakûrê Kurdistanê li Rojava bi pêşengiya jinan dewam dike. Jinên ku ji bajarên cuda cuda ên Kantonê hatine ber sînora bakûr berxwedana gel yê xwerêveberinê silav kirin.
Çalakiya li ser sînor a li bajarê Dirêbsiyê ya ji bo piştgiriya berxwedana bakur hatibû despêkirin bê navber didome. Jinên ku tevlî çalakiya pişgiriyê bûn terora dewleta tirk yê li hember gelê Kurd şermezar kirin. Mamosteyên Tevgera Ziman û Perwerde, Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk, rêveberiyên Perwerde, endamên Peymangeha wêne û Zimanê Kurdî yên bajarê Dirbêsiyê, endamên dadgehê gel yên Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê, Ebû Rasên û Hesekê tevlî bûn. Mamoste û rêveberiyên saziyên perwerdeyê dadgehên gel piştgiriya xwe ya bi berxwedaniya bakurê Kurdistanê re nîşan dan. Di bin baran û sermaya zivistanê de durişmeyên dilsoziya bi berxwedaniya Bakur re veogtin û gotin ku tu caran bakurê Kurdistanê bi tena xwe namîne û gotin, ew ê her dem piştevaniya berxwedana gel bikin û berxwedana xwerêveberinê yê gelê bakûrê Kurdistanê silav kirin.
Di çalakiyê de Endama Dadgeha Gel ya bajarê Til Temir Neda Ehmed anî ziman ku divê tevahî gelê Rojava piştgiriya berxwedanê bike û wiha got, "Em berxwedana xwerêveberinê silav dikin. Divê tevahî jin werin vir û piştgiriyê berxwedanê bikin. Şert û mercên demsalê jî girane, lê ev nabe sedema bê têkoşînê. Em ê heya dawî piştgirî bidin berxwedanê. Ez tevahî jinên ku li bakûrê Kurdistanê berxwedidin silav dikim." Endama Dadgeha bajarê Ebu Rasên Xanim Mihemed jî wiha got, "Ez di serî de terora dewleta Tirkiyê şermezar dikim. Ji bo piştgiriya gelê bakûrê Kurdistan em li virin. Hêviya min bi serkeftina gelê berxwedêr heye. Berxwedana gel dê bi serbikeve."
Mamosteya Ziman Diyane Cewher a ku ji bajarê Hesekê ye di serî de berxwedana gel silav kir û wiha got, "Em ê heya dilopa xwîna xwe yê dawî li gel gelê xwe yê aştî û azadîxwazbin."
(gb/rc)