Li Cizîrê bi diruşman welatiyan dibin gulebaranê de 3 cenaze girtin
16:28
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Nur di êrîşên polîsan de 2 kes hatin qetilkirin. Li gel êrîşan jî li Taxa Cudî bi sedan welatî ji bo girtina cenazeyê 3 kesên hatîn qetilkirin ketim meşê, cenaze girtin û şandin nexweşxanê.
Li Cizîrê êrîşên ser rêveberiya cewherî berdewam dike. Li Taxa Nur di gulebarana polîs û leşkeran de ciwanek qetilkirin. Li nêzî Fabrîqeya Ar a Taxa Nur ciwanê bi navê Ali Bagdur ê 25 salî di gulebarana hêzên dewletê de birîndarbû û paşê jî leşker û polîsan ew gulebaran kir û qetilkirin. Welatiyên taxê cenazê ciwanê qetilkirin ji cihê bûyerê rakirin û ji bo şandina nexweşxanê li benda abolansêne.
Ji duh heya niha li navçeyê di êrîşên leşker û polîsan de 5 welatî hatin qetilkirin.
Li aliyê dinê li Taxa Dariyêçiyê ji bo girtina cenazeyê du ciwanên bi navê Murat Ekinci (22) û Murat Egul (24) ên dema topa hewanê bi malê ketî û têde hatine qetilkirin li gel cenazê Ahmet Zirig (35) ê îro serê sibê li Taxa Cudî hatî qetilkirin bi sedan welatî meşiyan. Di meşê de welatiyan diruşmên weke "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vire" û "Bijî berxwedana Cizîrê" bilind kirin. Li gel êrîşên giran jî welatiyan her 3 cenaze girtin. Welatiyan cenaze birin Taxa Deriyêçiyê piştî demekê cenaze şandin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
(zt)